Rûsya hişyarîyê dide Tirkîyê

Rûsya hişyarîyê dide Tirkîyê

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê radighîne, ew ji daxuyanîyên Tirkîyê yên derbarê destpêkirina operasyoneke nû li bakurê rojhilatê Sûrîyê dê rewşê aloztir bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Peyvdarê Wezareta Bergirî ya Rûsyayê Igor Konashenkov di daxuyanîyekê de ragihand, Rûsya pabendî rêkeftina di navbera Moskow û Enqere de, ya derbarê vekşandina hêzên Kurdî ji sînorê digel Tirkîyê bûye.

Dîyar kir jî, ew ji daxûyanîyên Tirkîyê yên derbarê destpêkirina operasyonekê li dijî Kurdan li bakurê rojhilatê Sûrîyê matmayî mane û heger Tirkîye gefên xwe bicih bike, dê rewşê aloztir bike.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê dîyar jî kir, ji bo aramkirina rewşê, ewê Polîsên Leşkerî yên zêdetir bişînin ser sînorê Tirkîyê.

Duhî Wezîrê Derve yê Tirkîyê ragihandibû, Rûsya û Amerîka xalên rêkeftinanan bicih nekirin e, ji ber vê yekê jî, heger ew encamên bi dilê xwe bi dest nexin, ewê dest bi operasyonek nû bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin