RTUKê li ser axaftinên Başak Demîrtaş lêkolîn da destpêkirin

RTUKê li ser axaftinên Başak Demîrtaş lêkolîn da destpêkirin

.

A+A-

Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) a Tirkiyê, ji ber axaftinên hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demirtaş, derbarê Fox TVyê de lêpirsîn da destpêkirin.

Başak Demîrtaş, li ser pirtûka nû ya Selahattîn Demîrtaş a bi navê “Efsûn” bû mêvana Fox TVyê. Lê ev bername û kanal, ji ber afaxtinên Başak Demîrtaş û hem jî ji ber ku bername hemdem bû li gel salvegera bûyerên Kobaniyê, bû armanca medyayên nêzikî hikûmetê.

Başak Demirtaş di bernameyê de gotibû, “Selahattîn qet negotiye ez poşman im ji wan tiştên min kirine û eger li derve bûma wiha dibû, qet tiştekî wiha negotiye. Min jî negotiye û malbata me jî tiştekî wiha negotiye. Li Tirkiyê wiha ye. Eger Kurd bî û opozisyon bî divê qurbanî bidî.”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hamza Dag jî derbarê bernameyê de li ser Twittera xwe nivîsand, “Di salvegera bûyerên 6-8ê Cotmehê de ku zarokên vî gelî hatin şehîdkirin, hevjîna biryarderê kuştinan derdixin weşanên zindî û gotina `Ew qet poşman nebûye` pê didin gotin. Ev ne tesaduf e (rasthatin). Weşaneke bi zanîn û qest e. Tu li cem kê yî FOX TV? Teror an Tirkiye?”

Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), piştî hedef nîşandana aliyên desthilatê eşkere kir ku, derbarê FOX TVyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

RTUKê ragihand: “Di bernameyeke FOX TVyê de ji ber axaftin û daxuyaniyên mêvan Başak Demirtaş, li gor qanûna hejmar 6112 lêkolîn hatiye destpêkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin