
Zehra Semo: Navên 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin Serê Kaniyê hatin wergirtin
.
Berdevka Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku navên nêzîkî 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin hatine tomarkirin û radestî hikûmeta Sûriyeyê hatiye kirin.
Berdevka Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê Zehra Semoyê diyar kir ku komîteyê amareke hûrgilî ya li ser koçberên wê deverê amade kiriye.
Di vê çarçoveyê de navên nêzîkî 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin Serê Kaniyê hatine tomarkirin.
Zehra Semoyê destnîşan kir ku ev lîste radestî hemû aliyên pêwendîdar ên dosyeya vegerê û hikûmeta Sûriyeyê hatiye kirin û got:
"Ev gav ji bo birêxistina pêvajoya vegerê û parastina mafên koçberan hatiye avêtin."
Semoyê her wiha teqez kir ku piştî bidawîhatina vegera koçberên Efrînê, dê vegera koçberên Serê Kaniyê jî dest pê bike.
Xebatên ji bo vegera ewle didomin
Zehra Semoyê ji Rûdawê re eşkere kir ku ew di asta yasayî û mirovî de xebatên xwe didomînin ku vegereke ewle û birûmet ji bo koçberan dabîn bikin.
Wê amaje bi wê yekê kir ku hinek rêkarên têkildarî garantiyên ewlehiyê û amadehiyên vegerê hîn di qonaxa şopandinê de ne û niha kar li ser temamkirina gavan tê kirin ku koma yekem a koçberan vegere cih û warê xwe.
Zehra Semoyê anî ziman ku civînên wan ên bi şandeya Serokkomariya Sûriyeyê re ku ji bo bicihanîna peymana di navbera Şam û HSDyê de hatiye avakirin, dê berdewam bikin.
Berdevka komîteyê her wiha ragihand ku hîn 350 malbatên ji taxa Xiwêran a Hisîçayê û hejmarek malbatên ji Dêrezor, Hema û Himsê li Serê Kaniyê ne û divê ew jî vegerin cihên xwe.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin