Roza Tûmaya 15 salî li Amedê ji bo mafên zarokan pêşengeheke wêneyan vekir

Roza Tûmaya 15 salî li Amedê ji bo mafên zarokan pêşengeheke wêneyan vekir

.

A+A-

Roza Yiğit

Roza Tumayê ku bala xwe daye ser jiyana zarokên neçar dimînin bixebitin, li kolanên Amedê wêneyên van zarokan girtiye.

Rozaya 15 salî ku yek ji aktîvîstên mafên zarokan e, li navçeya Sûra Amedê li Cafeya Taş Mahalê pêşengeha wêneyan vekir. Pêşangeha bi navê "Tevî Her Tiştî Zarok" di 21ê Kanûna Paşiyê roja Şemiyê de, bi merasîmekê destpê kir.

Di pêşengehê de bi tevahî 18 wêne tên nîşandan. Di nav van wêneyan de, wêneyên wan zarokan hene ku tevî her tiştî hewl didin zarok bimînin. Bêhtir jî wêneyên karkerên zarok derdikevin pêş.

Roza Tumayê ku bala xwe daye ser jiyana zarokên neçar dimînin bixebitin, li kolanên Amedê wêneyên van zarokan girtiye.

"Ji bîr nekin ku zarok, zarok in"

Tûmayê ji bîanetê re behsa giringî û naveroka pêşengehê kir û got: “Di hevdîtinên bi zarokan re karkerên zarok bala min kişandin. Civak zarokan ne wek zarok lê wan wek karkeran dibînin. Zarok jî xwe ne wek zarok, wek mezinan dibînin. Ji bîr kiribûn ku zarok in. Ji ber ku di civakê de wekî zarokên karker hatine pênasekirin. Ev pêşengeh ji bo hişyarkirinê derket holê. ji ber ku min dixwest tiştekî nîşanî mirovan bidim û ez fikirîm ku rêya herî baş dê wêne bin.

"Min xwest balê bikêşim ser îstîsmara li zarokan dibe. Min hewl da ku biçim cihên herî zêde zarok lê dixebitin, wek tekstîl û pîşesaziyê. Zarokên ku li bazaran dixebitin, zarokên ku destmal û gulan difroşin. Min pirsên wekî, tu rojê çend saetan dixebitî û dikarî bilîzî, dikir. Dema min dipirsî, ‘lîstika ku herî pir hûn jê hez dikin çi ye? ji min re digotin, ‘Em zarok in, lîstîka çi halê çi.’ Ji kerema xwe ji bîr nekin ku zarok, zarok in, vî tiştî bînin bîra wan jî.”

 

Tumayê û hevalên xwe însiyatîfek ava kiriye û ew ê dest bi damezirandina komeleyekê bikin. Armanca komeleyê wê ew be ku ji bo karkerên zarok û zarokên di bin şert û mercên xirab de dijîn qadên ku zarok karibin lê bimînin ava bikin.

Nûçe: Bîanet Kurdî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin