Rojnamevaneke Kurd xelata Baştirîn Koordînatora Nûçeyan a sala 2021an distîne

Rojnamevaneke Kurd xelata Baştirîn Koordînatora Nûçeyan a sala 2021an distîne

.

A+A-

Rojnamevana Kurd a Rojavayê Kurdistanê Xebat Abbas Xelata Baştirîn Koordînatora Nûçeyan wergirt 

Rojnamevana Kurd a Rojavayê Kurdistanê Xebat Abbas Xelata Baştirîn Koordînatora Nûçeyan “Kurt Short Award” a sala 2021 wergirt.

Xelat Abbas ji ber xebata xwe ya bi salan li kêleka rojnamevanan di ajansên mezin ên nûçeyan de, wek yekem jin, ev xelat wergirt.

Dezgeha Thomson Reuters ku wê xelatê pêşkêş dike di daxuyaniyekê de got: “Bi saya tora xwe ya pêwendiyên a berfireh û behreyên wê yên rojnamevanî, Abbas gelek nûçeyên taybetî ji medyaya navdewletî re amade kir. Ligel wê jî hevpeyvînek bi sê jinên Brîtanî yên ku di nava DAIŞê de bûn kir.”

Herwiha got: “Komîteya xelatê ronahî xiste ser wê yekê ku Abbas di karê de pêdagiriyeke pir xurt nîşan daye” Destnîşan kir jî, Abbas bi awayê nêzîkatiya bi çîrokên trajîk re, karekî balkêş dike.

Komîteyê diyar kir, Abbas du behreyên cihêreng “jêhatîbûna bilind û empatiya xwezayî" nîşan dane.

Di vê derbarê de Xelat Absas got: “Ez şanaz im ku min Xelata Koordînatorê Nûçeyan a Kurt Short Award a 2021an wergirt. Min rêwîtiya xwe ya dirêj û dijwar wekî yek ji rojnamegerên jin û koordînatorên nûçeyan ên yekem li bakurê rojhilatê Sûriyê di 2011an de dest pê kir.”

Abbas herwiha got: “Karê koordînatorê nûçeyan, karekî zehmet e. Min perwerde nedît û ez ji karê li ser erdê fêr bûm. Ez wekî jinekê ku li qadekê serdestiya mêr lê heye dixebitim, rûbirûyî zehmetiyên mezin dibim.”

Karê koordînatorên çapameniyê bi gelemperî, ew bi peyamnêrên li ser erdê re ne û karê wan di warê plansazî û pêşkêşkirina xizmetên lojîstîk de ne, ligel wê jî gelek karên din ên rojnamevaniyê dikin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin