Rojnamevanê Brîtanî dê li ser Efrînê belgefîlmekê çêbike

Rojnamevanê Brîtanî dê li ser Efrînê belgefîlmekê çêbike

.

A+A-

Rojnamevanê Birîtanî Andrew Drury di derbarê geşta xwe ya Kurdistanê de dibêje “Ez gelek dixwzim bême Kurdistanê û ji bo Netflixê li ser Kurdistanê belgefîlmek çêbikim. Ez ê li ser Efrînê dokumentariyek çê bikim.”

Rojnamevanê Birîtanî Andrew Drury 53 salî geştiyarê şer e, li welatên şer û xeter hebe, serdana wan welatan dike. Drury çûye Somalî, Ermenistan, Uganda, Efxanistan, Iraq û vê berî çend rojan çû Rojavayê Kurdistanê.

Di serdana xwe ya Rojava de belge-filmek li ser rewşa Rojava çêkir, herwiha di dema serdana xwe de serdana navendên zarokên çekdarên DAIŞ jî kir.

Andrew wek şahidê gelek bûyeran e, belgefîlma wî ji sala 2018e ve bi navê “Dark Tourist” li ser Netflix tê belavkirin. Derbarê van seredanên xwe de 6 pirtûk nivîsandiye û niha mijûlê amadekirina pirtûkeke din e.

Andrew Drury beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê geştên xwe yên xeter de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Rojnamevan Drury li ser pirsa sedemên serdana heremên şer wiha bersiv da “Berî 30 sal min vê biryarê da, ku ez biçim cihên şêr lê hene. Vê yekê hetsek da min û ez bi vê yekê kêfxweş bûm. Piştî 10 salan hinek televîzyon ji min daxwaz kirin ku ez di wan televîzyonan de li gorî geştên xwe bername çêbikim. Ez gelek hez dikim ku alîkariya xwelkê bikim û dixwazim behsa jiyana xelkên ku di nav şer de ne bikim. Bi vê yekê ez dixwazim çîrokên xwe bigihînim miletê xwe.”

Di derbarê serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê de jî Andrew Drury dibêje “Em li Qamişloyê man, bajarekî gelek xweş e û min jê pir hez kir. Piştre em çûn Dêrikê. Dêrik bajarekî pir pir xweş bû. Em çûn Eyn Îsayê jî ku nêzikî bereyên şer bû, hinek cihên metirsiyê jî lê hebûn û em ji êrişeke esmanî rizgar bûn.”

Li ser pirsa serdana zorakên DAIŞê jî Drury got “Belê min zarokên DAIŞê dît, em çûn Kampeke zarokên DAIŞê, kampa guncandina zarokan, cihê ku zarokên DAIŞê tê de dihatin perwedekrin da ku li gel civakê adapte bibin. Ji bo min tiştê herî balkêş, ew xelkê Reqayên yên ku di xaniyên herifandî de dijiyan ku pêdiviyan wan bi aliyê kariyê hebû û vê yekê dilê min diêşand.”

Di derbarê pirsa “Serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê dixwazî bikî plan, belgefîlm dokument û li ser Netflixê belav bikî?” Andrew Drury wiha bersiv da “Ez gelek dixwazim bême vê derê û dokumentariyek li ser Kurdisatanê çê bikim bo Netflixê. Gelek çîrokên trajedî li vê derê hene.”

Rojnamevan Drury li ser plana serdana Efrîn û deverên din yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne jî wiha got “Ev beşeke ji plana serdana me bû. Ez dikaribûm biçûma wan deran, me plan jî çêkirbû lê dema me gelek kêm bû. Ji bo tomarkirina fîlm tenê 5 rojên me hebûn ji ber vê yekê me nedikaribû wextê xwe zêde bikin. Dokumentarî hê jî xelas nebûye. Gava ku ev dokûmentarî xelas bû ez ê dest bi yekî din bikim û dê li ser vê navçeyê be.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin