Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Rojhilata Navîn her ku diçe şer lê germ dibe!

A+A-

Şerê nav xwe yê Sûrîyê, her ku diçe wek girêkek agir bandora xwe li ser dewletên herêmê, mezin û geş, tefandina vê girêkê zahmettir dike. Ev jî dibe sebebê ku her stratejî bi têkçûna xwe re, stratejîyek nû bîne rojevê û Li ser guftûgo destpê bike. Rojane gotin tê guhertin..

Rojhilata Navîn e, balans nagire! Bê guhertinên radîqal, ev balans jî nagire!

Hinek tişt hene sebebin û hinek ji wan stratejîk in: Di şerê navxwe yê Sûrîyê de DAİŞ, hin ji bona hêzên hevpar yên netewî û hin ji bona Rusiya û Sûrîyê, sebebe û  ne stratejîk e. Ji bona pêkanîna stratejiyên xwe, ji bona berjewendîyên xwe, DAİŞ bikar tînîn û dikin sebeb a kirinên xwe(!)

Hin dixwazin herêmê di kontrola xwe xînin û hin jî naxwazin ku statûya berê bê hilweşandin..Hin Rusîya û hin jî Hêzên Hevpeymanan baş dizanin; bê perçekirin û ji nûve damezirandina Rojhilata Navîn, li herêmê berjewendî nayê parastin. Balansa herêmê hilweşiyaye û lazime gavên radîqal bên avêtin.

Çend roj pêş de eger DAİŞ nav biguhere û bibe hêzek Sûnnî a Iraq û Sûrîyê bila ji kesekî re ecêb neyê! Li ser guftûgoya rizgarkirina Musul û Raqa û Felûce ev îşaret yek bi yek derdikevin pêşberî me.

Di vê stratejiya şer de Tirkîye jî, hin DAİŞ û hin grûbên din yên îslamîst  ji bona berjewendîyên xwe, wek qoz li henber kurdan, vekirî bikar tîne. Hin alîkarîyê dide van grûban û hin jî di nava „Şerê koalîsyona dijraberî terorê" de cîh digire. Ev herdû alîyên Tirkîye jî, dijî bidestxistinên Kurdan e. Di her warî de jî vê armanca xwe a biqirêj tîne ziman...

Ya din jî hebûna El-Nusra û grûbên din yên İslamîst ku bi tirkîyê re têkildar in. Ev jî helwesta Rusya û Tirkîyê tîne henber hev. Her derba ku ji terefê Rusîya de, li El-Nûsra û van grûbên din yên îslamîst dikeve, berjewendîyên tirkan birîn dike, hêvîyên wan dişkîne û di herêmê de tirkan berbi wundakirinê de dibe..

Ji ber yek ji vê sebebê ye ku li bajar û bajarokên Bakûrê Kurdistan, damara Kurdperwerî ketîye bin êrîşên mezin û bajar bi bajar biser hev de hildiweşin. Guloka agirê şer, bi devê mencenîqên tirkan û alîgirên wan, dikevin nav bajar û bajarokên Bakurê Kurdistan! Damara kurdperwerîyê daye ber şewitandinê...

Cîhê ku şer lê geş dibe û dibe sebebâ gefên şerê 3.yemîn yê cîhanî herêmek pir piçûk e. Ji Carablûs bigire heta Ava Derya Spî ye. Wek dirêjiya xwe Nêzî 200 Km. ye. Hin kurdan re cîhekî stratejîk e, hin ji dijminên kurdan wek Tirkîye, Sûrîye û Îran re herêmek girîng û stratejîk e. Hin ji bona Berjewendiyên USA û Rusîya ev herêm xwedî bandorek mezin e û stratejîk e! Di vê herêmê de nêzî 50 dewlet, di şer de ne. Herkes bi riya hêzên têkildar re vî şerî dimeşîne.

Kurd ji bona ku dewletek serbixwe avabikin û muhtacî dijminên xwe nebin, ji wan re ev herêm pir girîng e. Gavek stratejîk a avakirina dewleta Kurd bi xwe ye. Ku Başûr û rojava bibe yek û dirêjî Derya Spî bibe. Têkilî û divêtîya tirkan, farisan, ereban û bandora wan zeîf dike. Başûrê Kurdistan nefesek kûr distîne, Tirkîye li ser 1700 KM. Dibe sînordaşê dewleta Kurdan. Yan jî ji terefê Kurdên azad ve tê dorpêçkirin. Wê Kurd bi vî haweyî bandorek mezin li ser Tirkan bidest xin!.

Îro şerên nav bajarên Bakurê Kurdistan û helwesta PKK a şerxwaz; xizmetê ji têkbirina vê stratejîya kurdan û gavên dewletbûnê re dike! Hilweşandina bajar û bajarokên Kurdan yên bi bingeh kurdperwer ev bi xwe ye.

Sebeba ku îro hinek hêzên di nav rêxistinên PKK yên legal û îlegalde li henber perçebûna Sûrîye û İraq helwestê digirin yek jê eve. Naxwazin ku axa van herdû dewletan perçe bibe, çimkû wê Ji başûr û Rojavayê Kurdistan dewletek xurt û xwedî bandor a Kurdan derkeve. Ev jî di herêmê de pişta siyaseta tirkan dijkîne. Heta ku ji tirkîye tê, van hêzên xwe yên nav PKK ji bona vê armancê bikar tîne. Dixe dewrê û helwesta hêzên serxwebûnxwazî di nav PKK de zeîf dike. Li ser siyaseta Bakurê Kurdistan bandora xwe zêde dike.

Têsîra van grûbên dijraberê avakirina dewleta Kurd li ser PYD û YPG jî mezin e. Sebeba ku PYD rê li muhalefeta Kurd a rojavayê Kurdistan dikige û nahêlin ku ew jî li ser siyaseta Rojavayê Kurdistan bibin xwedî bandor, yek jê ev bi xwe ye. Siyaseta PYD tenê ji bona berjewendîyên partîzanî, xwe nêzî Başûrê Kurdistan dike. Ji helwesta Kurd û Kurdistanî dûr e. Di eslê xwe de ev siyaset ji naveroka kurdistanî dûr e û di herêmê de helwesta Kurdan zeîf dike û li henber armanca dewletbûnê astengan derdixe.

Ji bona Rusiya û Sûrîye jî ev herêm girîng e. Li angora îhtîmal a perçebûna Sûrîye; ku bibe 3 perçan, ji perçan yek jî avakirina dewletek Alewî ye. Rusîya dixwaze ku ev herêm jî bicarekê de (hin qiraxên Derya Spî û hin jî Çemê Firat) di bin bandora Dewleta Alewî de bimîn e. Cîhê ku stratejiya USA û Rusîya têt henber hev jî, ev bi xwe ye. Yanî, di vir de berjewendîyên Rusan û USA tên henber hev. Lê di vir de îhtîmala ku Rusîya û USA lihev bikin, ji ya ku Tirk di stratejîya dijîtiya Kurdan de qezenc bike zêdetir e. EV jî dibe sebebê ku di vê herêmê de her ku Kurd gavek bipêş de davêjin, Tirk ji dost û hevalbendên xwe yên stratejîk bidûr dikevin.

Heger ji bona pêşerojê kurd di helwestek Kurdistanî de, li gor berjewendîyên kurdan stratejîyek netewî û helwestek kurdistanî bigirin, wê bidestxistinên wan pir bibin û di bandora sîyasî de jî wê cîhekî sereke di herêmê de  bigirin. Ev jî li Rojavayê Kurdistan, bicarekê de, bi helwesta PKK û PYD ve û li Başûrê Kurdistan jî bi YNK û Tevgera Goran ve girêdayî ye. Divê bi hemû hêzên Kurd û Kurdistanî li ser vê stratejîyê bi hev re têkildar bin. Hurmetê bide karên hev yên siyasî û herkes bibe hevparê bidestxistinên Kurd û Kurditanî. Xwe ji stratejiyek avakirina dewletek Kurd re amade bikin û mesajên hevpar bidin hêzên herêmê û yên navnetewî. Qezencên leşkerî, bikin qezencên siyasî û bandora bidestxistinên sîyasî bilind bikin. Destên xwe ji têkiliyên bi dijminan re bikişînin û li henber hev tawîzkar bin! Destê dijmin zeîf û destên xwe xurt bikin.

Heta niha Kurdan, bidestxistinên leşkerî ji bona welatê xwe û netewa xwe nekirine bandorek serete..Her di hêla siyasetêde wunda kirine û dîsa vegeriyane cîhê ku jê destê kirine. Divê di herêmê de van çalakvanîyên xwe yên leşkerî, bi piştrast bînin ser masê û bikin qezencên siyasî.

Divê êdî denklem bêt guhertin. Qahremanî û bi destxistinên leşkerî, bibin bingeha bidestxistinên siyasî û bibin xwedî tac.

Divê êdî fedakarî û fêrisîyên me nebin sebebê bêhêvîbûna me şikenandina me.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin