Rojen Barnas: Şêxê Sen’anî û formulasyona Feqîyê Teyran

Rojen Barnas: Şêxê Sen’anî û formulasyona Feqîyê Teyran

Şêx wan tiştan gişt dike, bi cih tîne. Li ber van kirên wî civata dînî dibin du bend. Bendek (şerîetperwer/aşkeraxwaz) dibê-jin Şêx kafir bûye û benda dîtir (terîqetgir û hin murîd) ne di wê qenaetê de ne, di kira Şêx de sir û kerametên mezin dibînin.

A+A-

Çi bigire ji hemî şi’rên Melayê Cizîrî hez dikim, lê hin ji wan hene ku di rêza hezkirinê de berî yên dîtir tên. Yek ji wan jî “Mey nenoşî Şêyxê Sen’anî xelet / Ew neçû nêv Ermenistanê xelet” e. 

Kurteçîroka Şêxê Sen’anî (an Sen’an) ev e: Şêxek di serîya heftê-heştê salî de, şêxê gelek murîd û zahidan e ku hin ji wan bixwe welî û xwedî keramet in. Şêx di wê pîrîtîya xwe de çav bi keça keşeyek Ermenî (an Fileh/kafir) dikeve. Dilê Şêx dikeve vê keçika nûgiha. Keçikê ji bavê wê dixwaze. Bav hin şertan dide ber Şêx ku ew wan bi cih bîne dê keça xwe bidê. Şert ev in: Divê Şêx here ser dînê keçikê ango bibe Fileh, meyê vexwe, zennar bide pişta xwe, here gavanîya berazan bike. Welhasil ji bona bisilmanekî ku pê kafir bibe çi divê wan tiştan wek şert dide ber Şêx.

Şêx wan tiştan gişt dike, bi cih tîne. Li ber van kirên wî civata dînî dibin du bend. Bendek (şerîetperwer/aşkeraxwaz) dibê-jin Şêx kafir bûye û benda dîtir (terîqetgir û hin murîd) ne di wê qenaetê de ne, di kira Şêx de sir û kerametên mezin dibînin.

Bûyer bi sê awayên cihê dikare bê nirxandin: A) Bi carîedet. B) Bi şerîet. C) Bi terîqet (felsefî/ideolojîk).

A) Bi carîedet ango li gora erfûadetên heyî: Şêx xerifîye, dîn bûye. Yekî heftê-heştê salî ku here dilê xwe bike keçikeka sêzdeh çardeh salî ku hê di jîyê nevîyê wî an di yê zarûka nevîyê wî de tê hesabê, hişê xwe winda kirîye. Divê muameleya li dînan tê kirin pê re bê kirin an wî bavêjin tîmarxanê an jî di hundir (axurê) de bê girêdan. 

B) Bi şerîet: Ew kes ji dîn derketîye û divê li gora şerîetê (qanûn) bê cezakirin. Şerîet aşkereyî dixwaze, bi şahid û îsbat Şêx çûye ser kufrê. Gunehkar e û kufra wî li ber çavan e, konkret e.

C) Bi terîqet an tesewifî: Di vê kira Şêx de hîkmetek îlahî, felsefeyek kûr an îmtihanek ji bona sedeqeta dûajoyan heye. Ji Şêx gazinkirin ne caîz e. Divê murîd jê nekevin gumanê û her tiştî li hêvîya teqdîra Xwedê bihêlin.

Sê şairên me yên mezin jî li meselê bi awayê terîqet/tesewifê, lê bi sê balên cihêreng nihêrtine û formule kirine. Encama wan ev e ku Şêx êrî ye, bê guneh e.

1) Melayê Cizîrî evîndarîya Şêx wek dîtina tecelîya Xwedê di rûçikê keçika Ermen de dibîne û ji Xwedê re dibêje “Mislê Mûsa wî tecellaya te dît/Yê tu dî kanî xeta, kanî xelet?” Ango di kira Şêx de tu xeta û xeletîyek tuneye, wî tecellaya Xwedê di rûçikê keçika Ermen de dîtîye û her tiştî di rîya tecellaya Xwedê de kirîye, di vê de “...kanî xeta kanî xelet?”

2) Şêx Ehmedê Xanî bi vî awayî formule dike: “Şêxê weko pênce hec bijarî/Dîn kir te ji bo keça kufarî” yanî her tişt bi xwestina Te (Xweda) bû, Te wisa lê kir. Te (Xweda) ew dîn kir, bire ser kufrê. 

Xanî her tiştî bi biryar û xwestina Xwedê (îradeya kullî) ve girêdide, rê nade xwesteka takekesî (îradeya cuz’î). Di bûyera Şeytan de jî wisa difikire; tu sûç û gunehek a wî feqîrê Şeytan nabîne, encamê bi teqdîra ceberûtîya Xwedê ve girêdide. Yanî Xweda wisa xwest û wisa bû.

3) Feqîyê Teyran bi awayek din bûyerê formule dike: “Ne aferîn j’ ehda wî re/Kafir nebû b’ şêxê xwe re.” Ango gunehkarî an bêgunehîya Şêx li alîyek dihêle û berê xwe dide murîdên wî yên dudilî û wan tohmetbar dike.

Bi dîtina min Feqîyê Teyran bi vê malikê zihnîyeta giştî ya sosyopolitik a dema feodal û nîvfeodalîyê pir xweş formule dike:

Ne aferîn j’ ehda wî re
Kafir nebû b’ şêxê xwe re.

Meriv dikare vî şêxî wek lîderê sîyasî an eşîrî, wek serok, wek rêber û terîqetê jî mîna partî, eşîr, komele an rêxistinek dîtir bifikire û li rewşa rojhilatanavîn binihêre, ku ji dema Feqîyê Teyran ta niha di têgihîştina me de –çi pêşverû çi paşverû- qet tiştek zêde neguherîye, çi bigire wek xwe maye. Parola her ev e “Ne aferîn j’ ehda wî re/Kafir (xayîn) nebû b’ şêxê (serokê/lîderê) xwe re.”

 

Rojen Barnas

Nûbihar, Jimar: 125, Sal: 2013

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin