Roebuck: Waşingtonê ji bo sekinandina êrişên Tirkîyê zêde hewl nedaye

Roebuck: Waşingtonê ji bo sekinandina êrişên Tirkîyê zêde hewl nedaye

Berpirsekî hevpeymanîya navdewletî ya dijî DAIŞê dibêje, çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê “sûcên şer û qirrkirina etnîkî” kirine!

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rojnameya Amerîkî ya New York Times ragihandîye, berpirsekî hevpeymanîya navdewletî ya dijî DAIŞê bi nave William V. Roebuck, operasyona Tirkîyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bi tundî rexne kirîye û gotîye, ew çekdarên îslamî yên ku Tirkîye piştevanîya wan dike, li Rojavayê Kurdistanê karên gelekî kirêt dikin. Pênaseya wan reftaran tenê bi “sûcên şer û qirrkirina etnîkî” dikare were kirin.

Roebuck, ku cîgirê nûnerê taybet yê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de, James Jeffery ye jî, her wiha gotîye, çekdarên alîgirên Tirkîyê dîlên şer bi awayekî hovane dikujin. Heta niha herî kêm 200 sivîl ji alîyê wan ve hatine kuştin.

Bi gotina wî berpirsê Amerîkî, Hêzên Sûrîya Demokratîk “hevpeymanekî mukim û pêbawer” yê Amerîka û hevpeymanîya navdewletî ye.

Wî dîplomatê Amerîkî, rêveberîya Waşingtonê bi xemsarî di astengkirina êrişên Tirkîyê li dijî Rojavayê Kurdistanê tohmetbar kirîye û gotîye, Waşingtonê ji bo sekinandina êrişên Tirkîyê zêde hewl nedaye.

Li gorî agahîyên New York Timesê, William Roebuck, ku du sal in bi HSDê û fermandeyê giştî yê wê hêzê Mezlûm Kobanî re kar dike, ew nêrîn û rexneyên xwe ji James Jeffery û 50 berpirsên din yên Amerîka re jî şandîye.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin