Riha wek bajarê geştiyariyê yê sala 2023an hate hilbijartin

Riha wek bajarê geştiyariyê yê sala 2023an hate hilbijartin

.

A+A-

Rêxistina Hevkariya Îslamî parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê wek bajarê sala  2023an yê geştiyariyê hilbijart. Rayedarên parêzgehê pêşbînî dikin ku bi vê biryarê dê hejmareke zêdetir a geştiyaran berê xwe bidin Rihayê.

11emîn Konferansa Wezîrên Geştiyariyê yên Rêxistana Hevkariya Îslamî ku 57 welat endamên wê rêxistinê ne, di 28ê Hezîrana  2022an li Baku ya paytexta Azerbaycanê hat kirin. Cîgirê Wezîrê Çand û  Geştiyarî yê Tirkiye Ozgul Ozkan beşdarî konferansê bû.

Di konferansê de biryar hate dayîn ku parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ku wek ‘Bajarê Pêxemberan’ tê bi navkirin weke bajarê 2023an yê geştiyariyê bê hilbijartin. Di konferansê de bajarê Hîva yê Ozbekîstanê jî weke bajarê sala 2024an yê geştiyariyê hate ragihandin.

Rayedarên parêzgeha Rihayê ji vê biryarê kêfxweş in û di wê baweriyê de ne ku bi vê biryarê hejmareke zêdetir a geştiyaran dê bi armanca geştiyariyê serdana Rihayê bikin.

Parêzgarê Rihayê pêşwazî li biryarê kir û got, “Sala 2023an dê ji bo Rihayê saleke taybet be. Bajarê bawerî û pêxemberan Riha dê bi çalakiyên baş bê bîranîn. Ez ji dil û can ji vê bawer dikim. Em ji niha ve bi vê yekê kelecan in. Ji bo Rihayê li ser xêrê be.”

 

Wêne: AA

Bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, bi pirbûna cihên dîrokî û dewlemendiya xwarinên xwe navdar e û salane bi sedhezaran kes cihên dîrokî yên wek Girê Mirazan, Gola Masiyan, sûkên dîrokî, Meqamê Eyûb Pêxember, Kela Rihayê û 13 muzeyên li bajêr ku berhemên dîrokî tê de tên nîşandan ziyaret dikin.

Riha yek ji bajarên herî kevnare yên cîhanê ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî li ser wê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê bilêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin