Rêxistinên Êzdîna û Gav ligel kesûkarên wendayan civiyan

Rêxistinên Êzdîna û Gav ligel kesûkarên wendayan civiyan

.

A+A-

Herdu rêxistinên Mirovî yên Êzdîna û Gav li gel hejmareke malbatên wendayên şerê Sûriyê civiyan, ji bo ku pêşniyar û daxwazên wan bigihînin aliyên peywendîdar û rêxistinên navdewletî. Berpirseke rêxistina Êzdîna dibêje, ew dixwazin cihên kesên ji aliyê hikûmetê, DAIŞ û çekdarên opozisyona Sûriyê ve hatine girtin diyar bikin.

Li Rojavayê Kurdistanê herdû rêxistên mirovî Êzdîna û Gav ligel kesûkarên wendayên şerê navxwe yên Sûriyê civiyan, ev jî bi armanca ku pêşniyarên wan werbigirin daku radestî aliyên peywendîdar bikin.

Endama Rêxistina Êzdîna Evîn Şêxmûs got: “Ev proje bi serpereştiya Komîteya Navdewletî ya karûbarên wendayan tê kirin, bi armanca dîtina çareseriyan û xweşkirina rêya dîtina cihên wan wendayên ku ev çend sal in bi destê rejîma Sûrî yan DAIŞê yan grûpên çekdar ên opozisyonê hatine revandin. Berî her tiştî ev pirsgirêkeke mirovî ye. Em ligel Komîteya Navdewletî ya Karûbarên Wendayan hewl didin bigihin cihên wan wendayan, ku ev çend sal û roj in nebedî ne, bi taybetî yên li ba rejîma Sûrî , DAIŞ û grûpên çekdar ên opozisyina Sûriyê.”

Kesûkarên wendayan hawara xwe digihînin welatên bihêz, ku tenê ew dikarin çarenivîsa wendayan bizanibin.

Bavê wendayekî Mihemed Hisên jî got: “Wendabûn zehmettir e ji mirinê, ji ber ew mirineke berdewam e, ev in ew pirisgirêkên ku divê gingî bi wan bê dayîn. Bi baweriya min welatên bihêz dikarin bi ciddî van pirisgirêkan çareser bikin. Rêxistinên terorîst qezanceke zêde ji vê pirsgirêkê dibînin, ji ber daxwza fidyeyên mezin ji kesûkarên girtiyan dikin daku wan berdin. Bi rastî ev pere li ba kesûkarên wendayan nînin. Ev rêxistin durû ne, dibêjin kesê girtî di filan zindanê de ye, lê ew ne wiha ye, pirsgirêka wendayan li ba wan bûye çavkaniya bidestxistina pereyan."

Li gor Komîteya Navdewletî ya Karûbarên Wendayan û Tîma Bersivdana Seretayî, li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê nêzîka 6 hezar kes wenda ne, piraniya wan jî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Dayîka Hesen: “Kurê min di sala 1980an de ji dayîk bûye. 28ê Tebaxa 2014an ji aliyê DAIŞê ve hat revandin. Piştî 4 salan ji destê DAIŞê rizgar bû û paşê jî hate girtin. Sê zarokên wî hene. Ew zêdeyî 8 salan e wenda ye. Kengê kesek li derî bixe ez dibêjim ew  e.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov û Tora Sûrî ya Mafên Mirov, di 10 salên şerê navxwe yê Sûriyê de, bi belge 100 hezar girtî di zindanên hikûmetê de hatine kuştin û heta niha 100 hezar girtî jî di zindanan de ne, herweha li gor heman çavkaniyê heta niha çarnevîsa 200 hezar kesan li Sûriyê ne diyar e. 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin