Rewşa projeyên xizmetguzariyê li Rojavayê Kurdistanê

Rewşa projeyên xizmetguzariyê li Rojavayê Kurdistanê

.

A+A-

 Li Rojavayê Kurdistanê ji ber dereng dabînkirina budceyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, di heyama 6 mehên îsal de cîbicîkirina projeyên biçûk ên xizmetguzariyê dereng ket. Welatî jî daxwaz dikin berî destpêkirina zivistanê proej bên cîbicîkirin û rêyên bajêr bêne çakkirin.

Meyad Ehmed, welatî, dibêje, “Rêyên me ne baş in, ne tev de lê nêvî wan nebaş in, xwezîka hîn keşûhewa germ e zû bikin, ji bo ku baş ziwa bibe.”

Wael Osman, ajokar, dibêje, “Rêyên hene bi temamî divê bêne çakkirin û rêyên hene nîvco ne, divê ji bingeh bên çareserkirin, ji ber ku bingeha wê xirab bûye, lê diyar e çakkirina vê carê baş e, niha diyar nabe heya ku baran bê.”

Budceya şaredariya bajarê Qamişlo ku 340 hezar dolarê Amerîkî ye, Tîrmehî jinûve ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê ve hat dabînkirin û vê yekê jî tevahiya projeyên biçûk ên xizmetguzariyê dereng xist.

Li gor amarên şaredariyê, budceya wan li ser şeş pirojeyan hat dabeşkirin, ku du ji wan bi dawî hatin û kar di çar porojeyan de wek avrêjî, qîrkirin, ronahiya parkan û raxistina gevrê hûrkirî berdewam e.

Hesen Hisên, Serokê Beşa Lêkolînê li Şaredariya Qamişlo, dibêje, “Projeya ronîkirina parkan li çar parkan ji sedî sed bi dawî bû, projeya çaksazkirina cadeyan ji sedî sed bi dawî hat lê projeyên avrêjî, kevirê hûrhîn bi dawî nehatiye û ji sedî 30 bi dawî hatiye.”

Ji heman budceyê 20 hezar dolar ji bo çakkirna boriyên avê hat veqetandin. Projeyên mayî jî, ji sedî 30 bi dawî hatine û hewl tê dan di nava salê de bighijin serî.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin