Rêwas Fayîq bû seroka nû ya  Parlementoya Kurdistanê!

Rêwas Fayîq bû seroka nû ya Parlementoya Kurdistanê!

Serokatiya parlementoya Kurdistanê gihîşt YNKê û parlementera YNKê Rêwas Fayîq bû seroka parlementoyê.

A+A-


Serokatiya parlementoya Kurdistanê gihîşt YNKê û parlementera YNKê Rêwas Fayîq bû seroka parlementoyê.
Di civîna îro ya parlementoya Kurdistanê de, parlementera YNKê Rêwas Fayîq bi 72 dengan li şûna parlementera PDKê Vala Ferîd bû seroka nû ya parlementoya Kurdistanê.
Li gorî rêkeftina PDK û YNKê, posta serokatiya parlementoya Kurdistanê pişka YNKê ye, ji ber wê jî piştî ku Vala Ferîd bû wezîr û dest ji serokatiya parlementoyê berda, Rêwas Fayîq bû seroka parlementoyê.
Di hilbijartina seroka nû ya parlementoyê de, parlementera Newey Nwê Şadî Newzad jî bi Rêwas Fayîq re hevrikî dikir lê wê nekarî dengên pêwîst bi dest bîne.
Rêwas Fayîq sala 1977 li bajarê Kelar yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwedan dîplomaya doktorayê ye di hiqûqê de. Endama serkirdetiya YNKê ye jî. Ev du car in dibe parlementer.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin