Rêveberiya Xweser reşnivîsa Yasaya Parastina Zarokan amade kir

Rêveberiya Xweser reşnivîsa Yasaya Parastina Zarokan amade kir

.

A+A-

 Komîteya Yasayî ya Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina zarokan, reşnivîseke ji 84 madeyan amade kiriye, di wan her 84 maddeyan de mafên zarokan di xwendin, perwerde û rewşenbîriyê de hatiye behskirin. Ev yek di demekê de ye ku Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser amadekariyê dike ji bo pesendkirina yasaya parastina zarokan, di rojên bê de.

Li gor zanyariyên ku bi destê Rûdawê ketine, reşnivîsa parastina zarokan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê bi vî awayî ye ku reşnivîsa parastina zarokan ji 84 maddeyên yasayî pêk tê. Yên sereke û girîng ev in:

-Qedexekirina biçekkirina zarokan.

-Qedexekirina diyardeya karkirina zarokan.

-Parastina zarokan ji destdirêjiya sêksî.

-Vekirina navendên pîşeyî bo fêrkirina zarokan bi awayekî modern û hevçerx.

-Bicîhkirina zarokan li dibistanan, wate divê zarok berî her tiştî bixwînin.

-Niha li seranserê Sûriyê li gor UNICEFê zêdeyî 2.500.000 Zarok naxwînin, wate ji ber rewşa civakî û aborî û destengiyê li derveyî dibistanan dimînin û piraniya wan jî kar dikin daku debara malbatên xwe bikin.

-Li Bakurê Rojhilatê Sûriyê jî %17ê  zarokan naxwînin, wate li derveyî dibistanê ne û kar dikin.

-Li kampên bakurê rojhilatê Sûriyê wate kampên Rêveberiya Xweser rewşa zarokan bi vî awayî ye:

-22.000 zarok li Kampa Holê dimînin, piraniya wan jî yên DAIŞê ne.

-1.200 zarok li Kampa Roj dimînin, piraniya wan jî yên DAIŞê ne.

-1.500 zarok li  Kampa Newroz dimînin, piraniya wan jî yên DAIŞê ne.

-3.720 zarok li  Kampa Waşokanî li bajarokê Tuweyne ya Heseke dimînin, û hemû jî koçberên Serê kaniyê ne û li nav kampê dixwînin. 

-3.200 zarok li Kampa Serê Kaniyê ne li bajarê Heseke ne, hemû jî koçberên Serê Kaniyê ne û li nav kampê dixwînin.

Li gor çavdêrên peywendîdar û mafnasan bi derketina Yasaya Parastina Zarokan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, wê gelek pirsgirêkên zarokan çareser bikin, eger ev yasa ji aliyên peywendîdar ên Rêveberiyê Xweser ve bi awayekî çalak bê cîbicîkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin