Rêveberiya Pêşabûrê biryareke nû da

Rêveberiya Pêşabûrê biryareke nû da

.

A+A-

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûr ragihand ku roja Çarşemê rê dide vegera wan kesên ku bi fermî ji Herêma Kurdistanê çûne Rojavayê Kurdistanê û kesên hilgirên îqame û paseportên biyanî.

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûr daxuyaniyek ji bo kesên ku li Rojavayê Kurdistanê asê mane da.

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûr di daxuyaniya xwe de derbarê vegera kesên ku li Rojavayê Kurdistanê asê mane ragihand, roja Çarşemê 19ê Çileya 2022yan bo vegera kesên asê mane hatiye diyarkirin ku ji demjimêr 9.00 sibehê heta 16.00ê ew kes dikarin bi rêya Deriyê Sînorî yê El-WElîd vegerin Herêma Kurdistanê.

Deriyê Pêşabûr tenê roja Çarşemê rê dide wan kesên ku bi fermî ji Herêma Kurdistanê çûne Rojavayê Kurdistanê û kesên hilgirên îqame û paseportên biyanî.

Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê ji sala 2013an ve rêyeke sereke û girîng e di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, lê ji 15ê Çileya 2021an ve, ew derî hatiye girtin. Sedema girtina derî jî, êrîşa grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger û hejmareke kesên din li aliyê Rojavayê Kurdistanê bo ser wî derî bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin