Remzî Kerîm: Kurdîzan Eleonora Fourniau

Remzî Kerîm: Kurdîzan Eleonora Fourniau

.

A+A-

Veman Lîneva, Ali Gurdilî, Sûrin Masîfî, gernasên nenas ji ”Anatolîya Navîn-Efrîn û Kobanîyê”, Seyda Goyan û gernasên din. (Bêguman pir gernasên din jî hene, ev bi tenê çend nimûneyên gernasên ziman û kultura kurdî ne û min neku bêsedem navên wan nivîsandine).

– Gunehên rêveberîya başûr- rêveberîya ”Rojava”, rêxistinên kurdî. Û kurdîzan Eleonora Fourniau.

”Ez bi kurdî, kurd bi tirkî diaxivin". Piştî hevpeyvîna Eleonora Fourniauyê ya li RUDAWê bi dehan (bi sedan?) hevalên min yên FaceBookê ev gotin bi wêne û stranên Eleonarayê, di gel şiroveyên xwe weşandin. Hema bêje bêawarte hemû nivîs û şirove rûreşkirina kurdên bi kurdî napeyivin, kiribûn armanc. ”Çawa keçeka fransî dikare weha baş fêrî kurdî bibe û çima KURDÊN BI TIRKÎ DIPEYIVIN, ji bo fêrnebûna kurdî hezar hêcetan peyda dikin”?

Kesî pirsa ”çima Eleonore fêrî kurdî bûye?”, ”çi sedem bûne bingehê daxwaz û heweskarîya wê ya fêrbûna kurdî?”, ”çima li ba van kurdên fêrî kurdî nabin û bi tirkî dipeyivin, ev daxwaz û heweskarî peyda nebûye, peyda nabe?” nekiriye. Kesî pirsa ”çima rêveberîyên başûr û rojavayê Kurdistanê bi hemû rêxistinên xwe ve û rêxistinên siyasî yên bakurê Kurdistanê 24 saeta behsa parastin û pêşxistina deskeftîyên kurda dikin, behsa avakirina neteweyekê dikin, lê heta nuha jî budceyek, planek, programeka bêhndirêj, avahî, dem û dezgehên parastin û pêşxistina zimanê kurdî, sînema kurdî, şanoya kurdî, muzîka kurdî, edebiyata kurdî, felsefeya kurdî, metbexa kurdî, turîzma Kurdistanê, muzaxane û parastina şûnwarên dîrokî yên kurdî, folklora kurdî, nivîsîn û belavkirina pirtûkên bi kurdî yên zanistî, sazî û dezgehên jîngeha Kurdistanê ava nekirine? Çima rêveberên kurda pûte bi parastin û pêşxistina ziman û kultura kurdî nadin? Ma ne ev tişt in yên netweyekê ava dikin? Ma ev tişt qasî parastina sînor û cografyayê ne girîng in? Siyaseta her çar dewletên dagîrker ya binbirkirina ziman û kultur û hêjayîyên me yên netewî xuya ye. Di rêza duyê de ev rêvebir û rêxistinên siyasî yên kurdî, bêdengîya rewşenbîrên kurda ya li ser xemsarî û kêmasîyên hizrî û bêplanîya rêveberî û rêxistinên siyasî berpirs in, neku xelkê di nav xwîn û rundikan de li parîyekî nan û paşeroja zarokên xwe digerin, –gelek rewşenbîrên li bakur jî, li başûr jî, li rojavaê Kurdistanê jî, ji jîyana xwe ”razî” ne û di vî warî de xwe têkilî keftelefta tengavkirina van rêveberîyan nakin.

Çunkî ev pirs in yên dikarin bersiva daxwaz û heweskarîya Eleonara û ”xemsarî û teralîya” kurdên fêrî kurdî nabin, bidin. Zimanê qedexe, zimanê bêbazar, zimanê ne xwendin û perwerdeyê, zimanê nikaribe karekî bide te û zarokên te, zimanê bi tenê dikare hezar û yek belayan bîne serê te, -nîvê Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê li ser qedexe û cezayên derbarê ziman û kultura kurdî ye- zimanê ku ”alternatîva” wî tirkî, erebî û farisî ”hezar û yek” derfet û îmkana pêşkêşî te dike, daxwaz û heweskarîyê peyda nake. Ma kî dikare ji hemû kurdan vê daxwazê bike: bibin welatparêz! Eger zimanê kurdî pere neke jî, karekî, xwendinekê nede zarokên te jî, eger tu û zarokên te li bajarên hovan ji ber peyivîna kurdî bêne kuştin jî, dîsa hûn mecbûr in bi kurdî bipeyivin.

Berî nuha geleka digot ”tirkîya efrînîya baş e, lê çend gotinên kurdî tê de hene”, gelek kesa henekên xwe bi zimanê kurdên Konya, Maraş, Sîwas, Ankara, Kirşehir û bajarên din dikir. Nuha jî ”tirkmancî” û ”erebmancî” bûne armancên heneka. Duhî çawa kenî, henekpêkirin, li dijî kurmancîya kurdên wan bajaran dihat kirin, îro jî weha ken, henekpêkirin û carna dijminatîya kurdîya kurdên ku bi ”tirkmancî” dipeyivin tê kirin. Hemû berpirsîyarî, guneh û sucê dewletên dagîrker û berpirsîyarî, guneh û sucê rêveberîyên kurdî, rêxistinên siyasî yên kurdî, gunehê bêdengîya rewşenbîrên kurd, bi bihîstina kurmancîya Eleonarayê, dikeve ser milên kurdên fêrî kurdî nabin, bêyî ku em bersiva pirsa ”çima û çawa fêrî kurdî bibin”, bidin. Gelo kî dikare bersiva vê pirsê bide: çima yek fêrî zimanekî bibe, zarokên xwe fêrî zimanekî bike û ew ziman girtin, kuştin, bêkarî, bêxwendinî, perîşanî û hezar û yek bela be? Gelo kurd hemû mecbûr in, bibin welatperwer?

Ev nivîs ji malpera Remzî Kerîm ya Facebookê ra hatiye girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin