Reha Ruhavioglu: Hin dengdêrên HDPê nêzî CHPê bûne

Reha Ruhavioglu: Hin dengdêrên HDPê nêzî CHPê bûne

.

A+A-

Rêvebera Navenda Lêkolînên Rawest - Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavioglu kêmbûna dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên di hilbijartinê de nirxand û got ku ji ber diyaloga erênî ya di navbera CHP û HDPê de hin hilbijêr nêzî CHPê bûne.

14ê Gulana 2023an li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartinên Parlamenterî û Serokkomariyê hatin kirin. Ne berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û ne jî berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan di hilbijartinên Serokkomariyê de nekarin dengên pêwîst bidest xistin û ew hilbijartin ji bo gera dûyem ma.

Beşek ji partiyan jî di hilbijartinên parlamenteriyê de rêjeya dengên xwe û hejmara kursiyên xwe yên li parlamentoyê kêm kirin,  ya herî diyar jî Partiya Çepên Kesk (YSP) bû ku HDP ji ber doza girtinê bi nav û logoya wê beşdarî hilbijartinan bû.

Rêvebera Navenda Lêkolînên Rawest - Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavioglu beşdarî bultena Rûdawê bû û encamên hilbijartinan nirxand.

Li ser pirsa derbarê bandora dengderên Berbijrê ATAyê Sînan Ogan de Ruhavioglu wiha got: “Kurdan bo serokomariyê berbijêrê xwe dernexistin, piştgiriya Kiliçdaroglu kirin, bi vê piştgiriyê Kiliçdaroglu bi ser neket. Eger Kiliçdaroglu serketî bûya, belkî îro her kes behsa Kurdan bikira. Dê bihata gotin ku Kiliçdaroglu bi saya Kurdan bi ser ketiye. Lêbelê, ev yek pêk nehat. Niha ji bilî Kiliçdaroglu û Erdogan di gera duyemîn de, dengên ku belav bibin yên Sînan Ogan maye. Ji ber vê yekê bala her kesî li ser dengdêrên Sînan Ogan e. Em dikarin bibêjin ku tenê ji sêyê yeka dengderên ku dengê xwe dane Sînan Ogan dê li gorî biryara wî tevbigerin. Ji ber ku dengên ku ji Sînan Ogan re çûne, bi rastî ne dengên Sînan Ogan nin ew dengên nerazîbûnê ne. Weke protesto dengê xwe dane Sîna Ogan. Bi gotineke din, ew dengên kesên ji rewşê nerazî ne. Dengên kesên ku hem ji Kiliçdaroglu û hem jî ji Erdogan ne razî ne. Em nikarin bibêjin ku ev ji sedî 5,2 dengan ên dengdêrên neteweperest û nîjadperest e. Ji ber vê yekê Sînan Ogan bixwaze jî nikare van hemû dengdêran bide aliyekî.”

"Bi gotinên Sînan Ogan tevnagerin"

Ruhavioglu diyar kir ku Sînan Ogan ji kê re piştgiriya xwe diyar bike dê girîng be û dê avantajeke derûnî hebe û got: “Ez bawer nakim ji sedî 5.2 dengdêr bi temamî bi gotina Sînan Ogan tevbigerin. Di navbera Sînan Ogan û Umît Ozdag ê ku bi heman hevpeymaniyê çûbû hilbijartinê de nakokî derketine. Ev tê wê maneyê ku; Hevpeymaniya ATAyê belav bûye. Lewma dê dengên wan kêm bibe. Eger hûn dengdêran azad bihêlin jî, hinek ji wan di gera duyemîn de naçin ser sindoqan, hinek dê piştgirî bidin Erdogan û hinek jî piştgirî bidin Kiliçdaroglu. Di vir de ya girîng destpêkirina pêvajoyek nû ye. Ne tenê di warê bidestxistina kesên ku dengên xwe dane Sînan Ogan de bi giştî diyarkirina siyaseteke nû girîng e. Tenê dengên Sînan Ogan dê encama vê hilbijartinê diyar neke.”

"Eger kampanyayeke xurt nemeşînin, beşdariya Kurdan dê kêm bibe"

Ruhavioglu da zanîn kir ku rêjeya beşdariya di hilbijartinên Tirkiyê derdora ji sedî 88 bû, lê li bajarên Kurdan rêjeya beşdariyê ji sedî 80 bû û rêjeya beşdarbûnê kêmtir bû û diyar kir ku divê HDP dengdêrên motîve bike û wiha pê de çû: “Ya rasttir ew e ku mirov motîvasyonek çêbike ku kesên ku neçin ser sindoqan berî wan bidin sindoqan û dengên wan werbigire. Divê li ser mijara kê neçûn ser sindoqan û çima neçûn xebat bê kirin.  Mînak HDP berê li 80 parêzgehan kar dikir. Wan enerjiya xwe belav kirin. Lê niha ev encam derketiye ku HDP jî nmebûr bûye ku divê Kiliçdaroglu bi ser bikeve. Ji ber ku HDP piştgirî da Kiliçdaroglu û ew bi ser neket. Eger Erdogan bi ser bikeve, HDP nikare li parlamentoyê siyaseteke bi bandor bimeşîne. Serketina Kiliçdaroglu jî ji bo wan ferz e. Lewma divê HDP hêza xwe li parêzgehên herêmê nîşan bide û dengdêran ji bo Kiliçdaroglu bibin ser sindoqan.”

“Kêmbûna beşdariya Kurdan dê bandorê li Kiliçdaroglu bike”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ruhavioglu got: “HDPê ji bo Kiliçdaroglu bang li gelê Amedê kir ku biçin ser sindoqan. Bi texmîna min ew dê ji îro heta 28ê Gulanê li ser kampanyayê bisekinin. Lê dema em li qadan dinêrin kampanya, enerjî û motîvasyonê nabînin. Ji îro pê ve eger ku nekarin kampanyayek xurt bimeşînin dê beşdarbûna Kurdan kêm bibe. Kêmbûna beşdariya Kurdan jî dê ji bo Kiliçdaroglu neyînî be. Wê demê em nikarin bibêjin Kiliçdaroglu dê bi hêsanî bi ser bikeve. Wek hûn jî dibînin Kiliçdaroglu di rewşeke dijwar de ye. Lewma divê divê muxalefet zêdetir kar bike û gel bikişîne ser sindoqan.”

“Zimanê tund dê Kurdan ji sindoqan dûr bixe”

Ruhavioglu amaje bi wê yekê kir ku Kiliçdaroglu di bangeşaya ji bo gera duyemîn de zimanê xwe tundtir kiriye û got: “Ez nikarim bibêjim ku ev stratejiyeke rast e, lê dengdêrên 5.2 wek komeke neteweperest tê dîtin û hewl dide wan bi dest bixe. Lê dema hûn li ser tevgera Kurd serî li gotinên tund bidin, hûn dê Kurdan ji sindoqan dûr bixin. Yanî siyaseta ku Kurdan sar neke û dilê netewperestan xweş bike, zehmet e. Em dê hefteya pêş bibînin ka ew dê serketî be.”

“HDPê gel motive nekir”

Derbarê kêmbûna dengên HDPê de Ruhavioglu jî got: “Di dengên Partiya Çepên Kesk de kêmbûn çêbû. Hevpeymaniya  bi TIPê re ne ji bo HDPê lê ji bo çepgirên Tirk û  TIPê qezenc bû. Ti feydeya wê neda HDP/YSPê, berovajî dengên wan kêm kirin. Ya duyemîn jî diyaloga erênî ya di navbera CHP û HDPê de pêk ha û vê yekê wiha kir ku dengdêrên HDPê nêzî CHPê bibin. Di eniya Kurdan de, lîderekî siyasî yê weke Demîrtaş nebû ku gel li hev kom bike û wan motive bike. Benda hilbijartinê ji sedî 10 daxist ji sedî 7an. Yên ku ji bo bendê bi awayekî stratejîk dengên xwe dan HDPê, berê xwe guherandin û berê xwe dan CHPê. Em dikarin bibêjin ku van faktoran di hilbijartinan de HDP hinek paşde xist. Ev jî heye: HDPê nekarî gel bikişîne ser sindoqan û nekarî gel teşwîq bike. Bi texmîna min HDP dê piştî hilbijartinê van mijaran nîqaş bike. Divê ew siyaseta xwe biguherîne. Faktorên ku me behs kirin ne tenê ev in, wek mînak li Tirkiyê nêzî 10 sal in ji pêvajoya aştiyê ve gel di navbera siyaseta sivîl û şerê şer de asê maye. Dema şer raweste mirov ji wê siyasetê dûr dikeve. Hêza HDPê di bin zextên dewletê de kêm dibe. Divê hem siyaseta Tirkiyê hem jî siyaseta Kurd biguhere. Em dê hemî bibînin ka çi dibe.”

Rûdaw

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2205202317

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin