Reforma li Wezareta Pêşmerge dest pê kir

Reforma li Wezareta Pêşmerge dest pê kir

Projeya Hevpeymanan a bo encamdana reforman li nav Wezareta Pêşmerge kete warê cîbicîkirinê û niha kar li ser tê kirin. Ev proje ji 35 xalan pêk tê û ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve hatiye amadekirin.

A+A-

Projeya Hevpeymanan a bo encamdana reforman li nav Wezareta Pêşmerge kete warê cîbicîkirinê û niha kar li ser tê kirin. Ev proje ji 35 xalan pêk tê û ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve hatiye amadekirin.

 

Ev proje, ku Hevpeymanan dabû Wezareta Pêşmerge, pêştir ji aliyê serokwezîrê kabîneya heştem û wezîrê navxwe yê wê demê ve razîbûn li ser hatibû dayîn. Niha dest bi cîbicîkirina wê projeyê hatiye kirin, ku ji peywendiyan, rahênan û  perwerdeya leşkerî, locestîkî û çend warên din pêk hatiye.

 

Niha jî du kes cêgirê Serokê Herêma Kurdistanê ne, ku Şêx Cafer Mistefa pişka YNKê û Mistefa Seyid Qadir pişka Goranê ye, herdu jî pêştir wezîrê Pêşmerge bûn.

 

Herwiha Tevgera Goran jî yek ji wan aliyan e ku dixwaze çaksaziyê di hêzên Pêşmerge de bike.

 

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Şêx Ceifer Şêx Mistefa di bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TVyê de ragihand, hinek kes berjewendiya wan di yekbûna hêza Pêşmerge de nîne.

 

Şêx Ceifer got, reform dê ji aliyê fermande û pêşmergeyan ve bê pêkanîn û hevpeyman dê tenê weke şêwirmend di cibicîkirina reforman de beşdar bin.

 

Çaksazî ji aliyê fermandar û pêşmergeyan tê cîbicîkirin, Hevpeyman jî tenê wek şêwirmend beşdar dibin.

 

Rêveberê Reforman li Wezareta Pêşmerge got, dema destnîşankirî bo çaksaziyê û yekbûna hêzên pêşmerge li ser karê rawestiyaye, ku dive bi zûtirîn dem ew kar bê kirin.

 

Projeya Hevpeymanan bo çaksazî û rêformê li Wezareta Pêşmerge, ji 35 xalan pêk hatiye, li gor projeyê heykela Wezarteta Pêşmege tê guhertin, û yekeyên 70 û 80 yên ser bi YNK û PDKê ve dibin yek, û destkarî di hejmara lîwae û fewcan de jî tê kirin.

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin