Rêber Hebûn: Pêla evînê

Rêber Hebûn: Pêla evînê

.

A+A-

Rêber Hebûn 


Emê li dora gerdûnê bifirin
giyanên xwe weşan bikin
mîna nameyên evîndarên windayî
hêviyên xwe bi  rêyên peyvan weşan bikin
volkan êrîşî me dike
ji ber çi mirov evîndarê xemgîniya xwe ye
ey firindeya min
qêrîna min dubare bike
ji germbûna sîngê  te  
welat afirî
ji hizrê kaniyan
ramanek e nû derketî  
li welatê sermayan de germê difroşe
lêv gir e  xewin
mîna maçên resen
çav hingivî ye mîna  buharan
di hembêza binefşan
ezê li ber te
ta dawiya stranê
dergeha xewinan bim
riwên baranê
Ji te re biafirînim
ta bilbil neçin ji bajarên zuha
û niyazî bimîne li warên buha
kesekesor im
li ser tixûbên sîng û berên te
perwînan li  ser zendên te kedî dikim
nifşên stêrkên nû
li  ser pişta te de xwedî dikim
kelehên  tîrêjê li ser gewdeya te
binyad dikim
sîngê te cîgeheke kevnar e
ji evînê re
berbang jî ez im
welatekî penaberbûyî me
sînorên wê tu yî
li ber bayê kor
hêsirên berbangê
li ser porê te de
xwe birêve dibin
giyanê sibeha nerm e
mîna dengê te ye
şev jî bi dûrbûna te
hunandiye
jibîrkirin kal e
bi tenê di şikeftê hembêzên me de
gênc dibe
min xemê xwe
li ber dîdara te
asê kiriye
keser bi werîsê hêviyê
girêdayî ye
peyv dergeh in
bend kelepçe ne
demborîn bê heval e
mîna narvîna kurdî
bê nasname ye
pêla te ez ji kenarên deryayê ve
dûr xistim
ey navenda evîna arî
gerdena soza sermedî
buhişta rûnedî
warê bê xwedî
stêrk vala di jiyanê  de
cihê xwe di ezmên de vedugihêzîn e
 ji paş temara bedewbûnê ve
nalînek dikeve  xefkê xewê de
di gengeşiyên rê  de
hêsir xwe bi çirûskên rijî dixemilîne
sirûdên tunebûnê daner dike
gerestêrk bêdeng e
awaz di gewriya qerebalixê de winda ye
tirş e evîn bê omîdî
bê cil e di penaberiyê de
narvîn har e
azadî bar e
şoreş ferman e
ji rastiyê re du rû hene
yek jê gula berfê dipişkive
û a din jî jehra dipûşkê jê derdikeve
dîrok kort e
şahî kurt e
heznekirin doz e
helbest jî şoreşgereke hov e
hilkehilkên wî
sirûdên pepûk in
bê bav e doman
dema pirsên teniyê
 li ser eniyên me xêz dike
hêvî riwê ajalekî ye
guhê kerekî ye
mîna zarokekî bê hiş e
ji zikê geşbîniyê derdikeve
ez û yê beranber
nabin yek rastî
em du dêm in
li ser rê dipijiqin
ji tirsa mirinê ve gengeşiyê dikin
pirsan didin hev
bersivan dixwin
bihaneyan didoşin
şîrê demê çêdikin
serî hildidin mîna evînê
di holên mirinê de
dixwazim te  ji her tiştî
azad bikim
ji êş û kovanên bê fedî
te rizgar bikim
li ser te bim mîna gemiyekî
ey pêla deryayê
xwe li ser te bibim û bînim
mîna ba û dar û gîhayê
bi maçekê  rengê te biguhêrim
xwêdanê ji sîng û dêmê te ve bifirînim
nifşek nû ji maçan
 li ser girên te  biafirîn im
rehjenên me stêrkên rêwî ne
lêvên  te buxçe ne û  kanî ne
têde jiyan pêxwas
sêwî digere
têde xweşecanî gulan diçine
hêviyan  hevdide
şahiyan difroşe
xewinan tevdide

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin