Rapora NY: Di şerê çekdarî de zarok tên bikaranîn

Rapora NY: Di şerê çekdarî de zarok tên bikaranîn

ji sedî 56 zarokên temenê wan ji panzdehsalî piçûktir in

A+A-

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Civîna tevayî, beşa 70, Konseya Ewlekarîyê
Rapora Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî

Iraq

Beşa 67an

Bi hevkarîya Neteweyên Yekbûyî  hikumeta herêma Kurdistanê tîmeka xebatê ava kir ku bi awayekî edeletî li ser rewşa zarokan lêkolinekê bikin: zarokên ku li gor zagon û qanûnan bi problem in, zarokên ku ji ber tawanên ewlehîya netewî xeter hatine dîtin û binçav bûne.

Ez bi hewldanên hikumeta herêmî ji bo tespîtkirina pîvanên rêlêgirtina leşkerkirina zarokan ji bo DAEŞ kêfxweş im. Lê raporên ku bi berdewamî tên, nîşan didin ku hêzên din yên seferberîyê jî zarokan bi kar tînin û weke leşkeran di şer de bi kar tînin. Ev jî endîşeyekê li min çêdike. Ev tişt di bin mesûlîyeta hikumeta herêmî de ye. Ez ji hikumeta heremî bi îsrar daxwaz dikim û bang lê dikim ku salên zarokan bi awayekî îlmî kontrol bibe û bêne tesdîq kirin ku bikaranîn û leşkerkirina zarokan were krîmînînalîze kirin. Û ew kes û hêzên bi van karan radibin, daxwaza lêpirsîn û hesabekî were kirin.

Beşa 59an

Neteweyên Yekbûyî tesdîq kir ku 37 zarok hatine bikaranîn û ew bûne leşker (36 xort û 1 keç). Ji van 37 zarokan 19 kes ji bo DAEŞê (18 xort ji herêma Halabja û Suleymanîyê), 6 kes ji bo Partîya Karkerên Kurdistanê û hêzên çekdarî  yên din ku kurdî ne û 12 zarok jî ji bo grûbên din ku di bin navên Hêzên Mobîlîzasyona Populer(Heşda Şeîbî) de hatine etifkirin û cezbkirin.

Leşkerkirina zarokan ya ji bo şerê çekdarî, Hêzên Mobîlîzasyona Populer(Heşda Şeîbî)  ji meha nîsana 2015an û vir ve di bin kontrola Serokwezîr de ye bi zordarîyê 8 zarok şandîye kampên leşkerî û ji van 8 zarokan 4 heb di şerê li hemberî DAEŞê de li herêma Bajî û Salah-Al- Din de hatine kuştin.

Dîsa hatîye ragihandin ku 174 zarokên din ji alîyê van hêzan ve hatine leşkeşkirin lê ev bûyerên ha hîna nehatîye tesdîq kirin: 169 zarok ji alîyê DAEŞê ve, 3 zarok ji alîyê Partîya Karkerên Kurdistanê ve û 2 zarok jî ji alîyê Hêzên Mobîlîzasyona Populer(Heşda Şeîbî)  ve. Rapora ragihandina leşkeşkirina zarokan ji bo DAEŞê ji herêma Anbar û Nînawayê tê û wêneyên van leşkerên zarok di medyaya sosyal de hatine belavkirin. Di nav van wêneyên ku hatine belavkirinê de, wêneyên ku zarok weke celadan jî kar dikin hene.

Cumhurîyetên Ereb û Surîyeyê

Beşa 149an

Bi tevayî bikaranîn û leşkerkirina 362 kesan hatîye ragihandin û tesdîq kirin. Ji van 274 zarok ji bo DAEŞê, 62 zarok ji bo Artêşa Azad ya Suriyeyê û grûbên bi vê Artêşê ve girêdayî ye, 11 zarok ji bo Liwa- Al-Tahwîd, 5 zarok ji bo Komîteyên Gel,  4 zarok ji bo Yekîneyên Parastina Gelê Kurd, 3 zarok ji bo Ahrar-Al-Sham, 2 zarok ji bo Cepheya Nusrah û 1 zarok jî ji bo Artêşa Îslamî hatîye etifkirin û cezbkirin. Ji van nimûneyên ku hatine tesdîqkirin ji sedî 56 zarokên ku temenê wan ji panzdehsalî piçûktir in. Ev jî li gor hejmara sala 2014 zêdebûneke gelekî bilind, zelal û balkêş e. Sebebên herî sereke ji bo berdewamîya etifkirin û cezbkirina zarokan bo leşkerkirina di şerê çekdarî de ew e ku maeşên didine wan û îdeolojîya van hêzên çekdarî ye.

Beşa 151an

Wekîdin jî Neteweyên Yekbûyî  dîsa tesdîq kir ku zarokên pir piçûk ku temenê wan heta 9 salan dadikeve ji alî Artêşa Azad ya Suriyeyê ve tê leşkeşkirin û bikaranîn. Hêza Liwa-Al-Tahwîdê 11 zarokên ku li welatên derûdora Suriyê de weke mûltecî dijîn, weke leşker bi kar hanîne.

Li gel ku tesdîqkirina van bûyeran her ku diçe dijwartir dibe jî, ji alî Yekîneyên Parastina Gelê Kurd ve karê bikaranîn û leşkerkirina keç û xortan her berdewam dike. Ev zarok di cephê de şer dikin û temenên van zarokan heta 14 salan dadikeve. Têkilbûna van zarokan ji ber tesîr û zora civakî weke sedem tê ragihandin.

Ji zarokên ku ji bo vê şerê çekdarî, ku hîn jî dom dike hatîye revandin, 21 kes (15 xort, 4 keç û 2 heb jî  cînsîyeta wan nayê zanîn) di şerê azadkirina wan de xwe etifî hêzên leşkerî yên hikumatê kirine, 13 zarok ji bo DAEŞê, 1 ji bo Cepha Nusrah, 1 ji bo Yekîneyên Parastina Gelê Kurd û 1 yek jî ketiye nav grûbek girêdayî Artêşa Azad ya Suriyeyê ye.

Wergêra ji ingilîzî: S.Karaduman

Dokumentên ingilizî
http://www.rupelanu.com/nave-pkk-ypg-li-gel-hesda-seibi-artesa-azad-di-listeya-res-a-ny-de-397h.htm

zarok.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin