Rapbêj XEM: Ger ez carek din bêm dinê, dixwazim wekî Kurdekî xwedî dewlet bim

Rapbêj XEM: Ger ez carek din bêm dinê, dixwazim wekî Kurdekî xwedî dewlet bim

Rapbêj XEMî ji bo pirsa "Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Tu dixwazî çi bikî?" ev bersiv da: "Ger ez carek din bêm dinê, dixwazim wekî Kurdekî xwedî dewlet û mirovekî dewlemend werim dinê."

A+A-

 

Ferid Demirel

Rapbêj XEM mêvanê vê xeleka rêzehevpeyvîna me ye. XEM yek ji wan navan e ku di van salên dawîyê de bi stranên xwe û bi bernameyên Kurdish Rap Nightê balê dikişîne ser xwe.

XEMî ji bo pirsa "Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Tu dixwazî çi bikî?" ev bersiv da: "Ger ez carek din bêm dinê, dixwazim wekî Kurdekî xwedî dewlet û mirovekî dewlemend werim dinê."

Kerem bikin em bersivên XEMî bixwînin:

1- Van rojan tu bi çi mijûlî?

Projeyên min ê feat/duet heye li ser wan serê xwe diêşînim û ji bo albûma min a nû stranên xwe amade dikim. Her wiha ji bo konsera me ya Kurdish Rap Night Vol3 jî xwe amade dikim.

2- Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Tu dixwazî çi bikî? 

Ger ez carek din bêm dinê, dixwazim wekî Kurdekî xwedî dewlet û mirovekî dewlemend werim dinê û li gor dilê xwe azad bijîm û têr bigerim. Ez dixwazim dîsa jî li ser mûzîkê û hûnerê mijul bibim.

 

3- Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike? 

Di jîyana xwe ya rojane de herî zêde ji gohdarkirina mûzîkê û afirandina mûzîkê hez dikim. Ji temaşekirina fîlm, rêzefilm û belgefîlma hez dikim. Li ser internetê ji lêkolîna mijarên balkêş û ji rewşşopandinê hez dikim. Ji gera cîhên nû hez dikim, bi malbat, dost û hevalan re dem derbas kirinê hez dikim.

4- Dixwaze jîyaneke çawa bijî? 

Di destpêkê de dixwazim jîyaneke azad bijîm. Dixwazim di navenda jîyana min de tenê hûner (mûzîk,sînema,şano,design) hebe.

5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jîyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jîyana te kirîye?

Erênî an jî nêyînî gelek kes û bûyer hene ku bandora wan li ser min û jîyana min çêbûn. Ez bikevim nav de nikarim ji nav derkevim :) Lê bi kurtasî XEM di temenê xwe yê kurt de gelek tişt dît, jîya, fahmkir, naskir, hîn bû û pişt re rêya xwe xêz kir. Li ser rêya wî jî ev dîtin, jîyîn, fahmkirin, naskirin, hîn bûn her berdewam dike. 

Bianet

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin