Ramanwer di nav YNKê de nemane - Arif Qûrbanî *

Ramanwer di nav YNKê de nemane - Arif Qûrbanî *

.

A+A-

Arif Qûrbanî

Tevî ku Mam Celal siyasetvanekî xwedî nêrîneke taybet û hişyar bû, şiyana wî ya xwendina bûyeran û nirxandina rewşê hebû, têgihiştina wî ya siyasî xurt bû, pêşbîniya pêşhateyan dikir; tevî vê şiyan û şehrezatiya wî jî, kesên nola Newşîrwan Mistefa, Kemal Fûad û Fûad Masûm nola navendeke ramanwer li pişt Talebanî bûn.

Tişta ku ji damezrandina wê ve û heta salên 1990î YNKê wek hêzeke mûcîzeafirîner hiştibû, hebûna wê xeleka hizirmendan bû, ji ber ku ti hêz nikare biserkeve eger tenê xwe bispêre kesên mêrxas ji bo biryardanê yan jî xwe bispêre kesên çalak di cîbicîkirina erkan de.

Rast e her hêzek bixwaze bi saxîtî bimîne, pêwîstiya wê bi wêrekiya di biryardanê de heye û her wiha divê di cîbicîkirina erkan de çalak be, lê ev her du cure ji hebûna kesayetî di nav hizbê da, ji bo wê yekê baş in ku biryarê li ser wan tiştan bidin ku di (eqldanka) hizbê de ji wan re hatiye amadekirin, yan wan erkan cîbicî bikin ku hizirmendan mîna nexşe ji wan ra xêz kiriye.

Eger nirxandin ji bo YNKê were kirin piştî nexweşketina Mam Celalî, roj li pey rojê şiyanên fikirînê li nik vê hêzê qelstir bûne. Her ku şert û mercên Kurdistan û Iraqê aloztir jî bûbin, reftara YNKê bi bûyeran re bêhtir ew yek nîşan daye ku fikirîn li pişt helwest û biryarên wê nebû, xasma jî piştî koça dawî ya Talebanî ew valahî bêhtir tê pelandin û niha ji her demê bêhtir darîçav e.

Wek derencam, gelek mînak hene ji bo her kesê bixwaze lêkolînê li vî aliyê YNKê bike da bi hêsanî bigihe wê rastiyê ku aqil bi wateya xwe ya siyasî li pişt reftar û biryarên YNKê tune ye.

Yek ji encamên ku bi başî vê yekê zelal dikin, tevgera YNKê ligel posta serokkomar bû piştî nexweşketina Mam Celal û heta niha, ku wek pişk û dabeşkirina hizbî, posta YNKê ya herî yekalîker bû ku bêyî serêşî û bê bac û şabaş û bexşîn dikaribû wê pêgehê bi piştrastî li bal xwe bihêle, lê xwe bi xwe kir girêkeke kor a aloz û ji bo her carekê ji bidestxistina vê pişka xwe, qelenekî mezin daye.

Di gera yekem a piştî Talebanî de, ji ber ku îradeya YNKê ya yekalîkirinê ji bo diyarkirina berbijêrekê tenê ji bo wê postê nebû, îradeya biryardanê ji destê xwe da. Di gera duyem de, ji bilî wê bexşîşa pêşwext a çarenivîsa Kerkûkê, rêveberiya bajêr jî wek bazara bidestxistina posta serokkomar şabaşî erebekê teirîbçî hate kirin.

Ji bo dîrokê jî divê were gotin ku beşek ji sedemên li pişt bûyerên 16ê Cotmehê, girêdayî posta serokkomarî bûn. Her wiha hîştina Rakan Cibûrî û nedanîna parêzgarekê kurd piştî hilweşandina encûmena parêzgehê û nemana kelemên PDKê ku desthilata danîna parêzgar ket destê serokwezîr û serokkomar û YNKê karîbû kurdekê bike walî lê nedikir, ji ber lihevkirinên pêşdem ên li ser wergirtina posta serokkomar û sozên ku ji Erdogan re hatibûn dayîn.

Ji bo vê gera bê jî, nîşan hene ku dê bazar vê neqlê li ser rêxweşkirina li ber qelsî û lawazbûna kurdan û jidestdana serxwebûna biryara navçeya Silêmaniyê be. Divê li vir ew rastî jî were gotin ku heke bi qestî be yan ji ber nezaniyê be, reftar û tevgerên PDKê jî benzîn berdaye ser agirê vê rewşa YNKê ku di dawiyê de zirarê digihîne gelê Kurdistanê û ezmûna wî.

Tişta ku PDKê kir bi pêkanîna cepheyeke sêalî bi Sedr û Helbûsî re û diyarkirina berbijêr ji bo posta serokkomar, YNKê neçar kir ku bi gelek lihevkirin û xwekêmkirinan dest bi avakirina hevpeymaniyeke kelemdar bike, da ku bi kêmanî bikare rê li ber wê yekê bigire ku eniya sêalî dest deyne ser hemû movikên desthilatdariyê.

Şaşitiya stratejî ya Sedr bi vekişandina parlamenterên xwe û derketina ji meydanê, derfet da hevrikê wî Malikî ku careke din desthilatê bi dest bixe. Kesên di wê baweriyê de ne ku vekişîna Sedr ji parlamentoyê rê li ber wî vedike ku kolanê bidest bixe, ev di rewşeke tenê de rast e ku kesekê lawaz wek Kazimî serokatiya hikûmetê bike.

Heke Malikî careke din desthilatê zeft bike, wek reftarên wî bi Artêşa Mehdî re, dikare bi liqalibdana Seraya Selamê, Sedr gem bike. Her wiha temamkirina pêvajoya şaş a Sedr ji aliyê PDKê ve bi vekirina rê li ber diyarkirina cîgirê Sedriyan ji hêla Çarçoveya Hemahengiyê ve, tevî ku av xiste aşê bihêzkirina Malikî, derfet da YNKê wek hêka paqijkirî ne tenê posta serokkomar werbigire, belkî bikare hin destkeftên din jî bi dest bixe.

Niha pêwîstiya YNKê pê nîne ku tu qelenekê li hember wergirtina wê postê bide, lê nebûna navenda hizirkirinê di nav YNKê de, dê vê hêzê ber bi wê yekê ve bidehifîne ku li ser lihevkirin û tawîzên xwe berdewam be. Tew wan ev mijar kiriye girêkeke siyasî ya wisa metirsîdar ku ji bo rehetiyeke demkî çarenûsa miletekê bikeve metirsiyê.

Divê YNK wê xalê jî li ber çav bigire ku bazarên zêde û lihevkirinên pêşwext, tevî ku desthilat û pêgeha postê lawaztir dikin, metirsiya wê yekê jî heye ku deriyê Koşka Selamê di rûyê wê de bigirin. Çimkî divê haya YNK jê hebe ku xwekêmkirina bêhtir ji bo şîeyan li ser hesabê îradeya Kurdistanê, ne dûr e ku piştî Sedr, PDKê jî ber bi vekişîna ji proseya siyasî bidehifîne, bi vê jî dê krîz kûrtir bibe.

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin