Qonaxa sêyem a diyaloga ENKS û PYNKê dest pê kir

Qonaxa sêyem a diyaloga ENKS û PYNKê dest pê kir

Qonaxa sêyemîn a diyaloga Kurdî dest pê dike. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, divê hevbeşiyeke rasteqîne di rêveberiyê de hebe. Partiyên Yekîtiya Niştimanî (PYNK) jî tekez dike, divê destkeftên Rêveberiya Xweser bêne parastin.

A+A-

Serkirideyên ENKSe didin zanîn, heta nuha gavên baş hatine avêtin, lê mijara reveberiyê giring e û ew dixwazin hevbeşiyek rasteqîne encam bide.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd ji K24ê re got: “Em wek ENKSê, dixwazin hevbeşiyeke rasteqîne pêk were û bi aliyê din re bi wekhevî bikevin rêveberiyê û bandoreke aktîv lê bikin û wek xelk hêvî jê dike, bikaribe xizmeta xelkê bike. Ji ber wê jî em dibêjin dive hevbeşieyeke rasteqîne bi aliyê din re hebe û li ser vê bingehê guftûgo berdewam in.”

Ji aliye xwe ve, Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo dibeje, di qonaxa 3emîn de mikanîzma tevlîbûna ENKSê di nava rêveberiyê de te gengeşekirin. Diyar dike jî, zehmetiya vê qanaxa danûstandinan ew e, çawa bikarin di navbera her du aliyan de hevbesiyeke rasteqîne çêbikin û cawa bikarin destkeftiyên 7 salên rêveberiyê biparêzin.

Herwiha dide zanîn jî, di demeke nêzîk de dê encamên baş li ser zemînê hebin.

Ji heyama zedetir ji 7 mehan e, ENKS û PYNK danûstandinan dikin. nerîna siyasî ya hevbeş pirsa qonaxa yekemîn bû û li ser hate lihevkirin. Di qunaxa duyem de jî danûstandin li ser Lêvegera Kurdî bû. Niha jî qonaxa herî giring u zehemt dest pe dike û her du alî dê mijarên wek xwendin û leşkerî gengeşe bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin