Qêrîn û hewara Emîne Şenyaşar vê carê li ber dadgeha Meletiyê bilind bû

Qêrîn û hewara Emîne Şenyaşar vê carê li ber dadgeha Meletiyê bilind bû

.

A+A-

Yekemîn rûniştina doza Malbata Şenyaşar li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hate dîtin. Di rûniştinê de tu encamek derneket û doz taloqî 15ê Adarê kirin. Hem Emîne Şenyaşar û hem jî parêzeran li hemberî helwesta dadgehê nerazîbûn nîşan dan.

Qêrîn û hewara Emîne Şenyaşarê vê carê ne li ber dadgeha Rihayê, lê li ber dadgeha Meletiyê bilind bû. 

Piştî 4 sal û 4 mehan li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê derbarê gumanbarên ku 2 kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn de doz hate vekirin. Di rûniştina yekemîn de rêveberên HDP û CHPê jî amade bûn. 

Endama Meclisa CHPê Erbîl Aydinlik got: “Em îro ji bo edaletê hatin Meletiyê. Dayika Emîne edalet dixwaze. Lawikên xwe mirine, mêrikê xwe miriye. Li vir zilmek heye. Em ji bo vê li vir in.”

Serokê HDPê yê Rihayê Ahmet Atiş jî got: “Ez hêvîdar im ku li dadgehê edalet derkeve. Lê dema em li dozê dinêrin tu hêviyeke wisa xuya nake.”

Rûniştina dozê 10 demjimêran dewam kir. Dadgehê rûniştinê taloqê 15ê Adarê kir. Lê derbarê tu gumanbarek de biryara girtinê neda. Parêzer ji helwesta dadgehê nerazî bûn. 

Parêzerê Malabata Şenyaşar Bulent Turan jî got: “Heta ku hemû kiryarên vê komkujî û sûcê mirovahiyê neyêne darizandin û cezakirin dê edalet û hiqûq pêk neyê.”

Ji ber biryara dadgehê ji devê Emîne Şenyaşar ê agir dibarî. Ji ber ku wê 2 kurên xwe û hevjînê xwe di êrîşê de ji dest dabûn û kurekî wê jî niha di zindanê de ye.

Emîne Şenyaşar got: “Koza min belav kirin. Xwedê koza wan jî belav bike. Ev çito hikûmet e,  ev çito dewlet e? Ev çito hakim in? Ev çito dozger in? Ka zarokên min? Ka koza min? We dîtiye ku di nava nexweşxaneyan de mirov hatine serjêkirin û hatine kuştin? Pergalşehitîno...”

Di 14ê Hezîrana 2018an de li Pirsûsa Rihayê dema parlamenterek AK Partiyê û alîgirên wî ji bo poropagandaya hilbijartinê ketibûn dikana malbata Şenyaşar êrîş pêk hatibû. Di êrîşê de ji malbata Şenyaşar 3 û ji aliyê din jî kesek hatibû kuştin. Emîne Şenyaşar ji bo kujer bêne cezakirin li ber Dadgeha Rihayê nobeta edaletê dabû destpêkirin. 

 

KAYNAK: RÛDAW

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin