PZK-Mêrdîn: Zimanê Kurdî Hebûna Kurdan e, Zimanê Xwe Hilbijêrin!

PZK-Mêrdîn: Zimanê Kurdî Hebûna Kurdan e, Zimanê Xwe Hilbijêrin!

.

A+A-

Şaxa Mêrdînê ya Platforma Zimanê Kurdî derbarê hilbijartina dersa bijareta ya Kurdî de daxuyaniyek belav kir.

PZK-Mêrdîn bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji bo kampanyê nîşan dan û bang li malbatên Kurd kirin ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.

"Zimanê Kurdî Hebûna Kurdan e, Zimanê Xwe Hilbijêrin!

Zimanê Kurdî Hebûna Kurda ya Zimanê Xwe Hilbijêrin! Li dibistanên navîn ên girêdayî bi Wezareta Perwerdeyê Neteweyî ya Tirkiyeyê, pêvajoya hilbijartina dersên hilbijarî yên ji bo Sala Hîndekarî û Perwerdeyê ya sala 2022-2023 bên dayîn di 3'ê çileyê de dest pê kir. Wê ev pêvajoya heta 07'ê Sibatê berdewam bike û kesên ku bixwazin dersên hilbijarî ji bo zarokên xwe bixwazin divê heta 07'ê sibatê de ji miduriyetên dibistanan re ragihînin. Di bernameya Wezareta Perwerdeyê Neteweyî ya Tirkiyeyê de gelek dersên hilbijarî hene. Dersên kurdî yên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî jî di bin navê "Zarava û Zimanên Dijî" de tên dayîn.

“DERSA BIJARTE HELWESTEKE ZIMANÎ YE”

Her çiqasî armanca me hemû perwerde bi zimanê dayikê bibe jî divê zimanê kurdi weke dersa bijarte, ji aliyê hemû kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin Dersa bijarte helwesteke zimanî ye.

Eger Kurd vê derfeta ku heye baş bi cîh werinîn dê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe. Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên zimanê kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastîya hanê mamosteyên kurdî perwerde bikin. Mamosteyên kurdî ku hene jî bi vî haweyî dê bibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerda bi zimanê kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi astengi derxin pêş jî, dive dayik û bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

“JIYANE XWE BI KURDÎ BIJÎN”

Gelî kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi kurdî bi axivin.

Siyasetê bi kurdi bikin! Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdê de ev mafeke, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn. Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya kurdî, rewşenbîr û hunermendan re ev e; her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê kurdî derkeve. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin Nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdi bila bibe helwesteke xwezayî û netewî di nava civaka Kurdan de."

26,01,2022

Platforma Zimanê Kurdî / Şaxa Mêrdînê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin