PZK: Îro Roja Zimanê Kurdî Ye, Li Zimanê Xwe Xwedî derkevin!

PZK: Îro Roja Zimanê Kurdî Ye, Li Zimanê Xwe Xwedî derkevin!

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) jiber Roja Zimanê Kurdî daxuyanîyek belav kir.

A+A-

 

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) jiber Roja Zimanê Kurdî daxuyanîyek belav kir.

Daxuyanîya PZKyê wiha ye:  

Di 15 ê Meha Gulanê de di sala 1932 an de li Bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hewarê kıribûn. Ev kovara ku xwedî nirxên hêja bû bi salan xizmetêngıranbûha kirin. Em dizanin ku îro jî xebata ziman, edebîyat û kultura Kurdî li ser mîrata Hewarê pêşde diçe, dibişkive, geşdibe û berheman dide.

 

 Em weke Platforma Zimanê Kurdî li ber xebata Mir Celadet Bedirxan û hevalên wîna bi rêzgirtin kemberbest dibin.

 

Di Roja Zimanê Kurdî de ku ji sala 2006 an û virde tê pîroz kirin,  em weke Platforma Zimanê Kurdî di vê roja watedar de dixwazin bala gelê xwe bikşinin ser pirsa zimanê dayîkê. Zimanê dayıkê divê were parastin û bıkaranîn. Dê û bav divê zimanê Kurdî bi hevdû re biparêzin. Em dizanin ku zimanê Kurdî nasnama me hemûyan e, rûmeta me ye, hebûna me ye. Di pirsa zimanê Kurdî de divê em bi hişmendi tevger bikin. Ji ber wan sedeman divê miletê Kurd di her qada jîyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bikarbîne. Bi hemû hêza xwe xwedî li zimanê xwe derkeve. Em dizanın ku hişmendiya zimanê Kurdî bi qasî hişmendiya siyasî ji bona doza Gelê Kurdan giring e. Gava ku zimanê me têk biçe, wê bi wextê re miletê me jî têk biçe.

Em weke Platforma Zimanê Kurdî careke din daxwazên xwe ji bona raya giştî dubare dikin;  Di xebata siyasî de divê Kurd civînên xwe bi Kurdî bikin, di çalakiyan de bi Kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi Kurdî binivîsînin, hunermendên me divê bi Kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahîyan de bi Kurdî biaxivin. Bila TV, rojname û malpêrên Kurdan bi Kurdı weşanê xwe bikin. Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikarbînin, li mizgeftan, li şînan, li mewlûdan zimanê xwe bikarbînın. Li balafirgehan, li otogaran, di otobüs û minîbusan de, li sûk û qeyserîyan bi Kurdî biaxivin.  Jı bona zarokên xwe di dibistanan de daxwaza dersên bijarte bikin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û xwedî lê derkevin.

Hilbet, di Roja Zimanê Kurdî de em weke Platform hinek daxwazan jî bepirs û rayedarên dewletê jî dikin; Em ji wan daxwaz dikin: Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerde û  zimanê fermî. Bila rayedarên dewletê bi fermî Saziya Zimanê Kurdî damezrînin. Bila rayedar û berpirsên dadgeh û zindanan astengan ji zimanê Kurdî re dernexînin. Bila li balafirgeh û otogaran jî bi Kurdî anons werin kirin. Bila zimanê Kurdî bi serbestî were bikaranîn. Bila zext û zordariyên ku li ser saziyên ziman û weşanên Kurdî hene, demildest rabin.

 Platforma me bi hişmendî dibêje; li vê Dinyayê berê em Kurdbûn û dixwazin li vê Dinyayê gewrik dîsa weke Kurd bimînin, weke Kurd bijîn û em tucaran naxwazin asimîle bibin!  

PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ.                              

15 Gulanê 2020

Dîyarbekir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum