Putîn tomar kirina yekem perpûna Koronayê li cîhanê ragihand

Putîn tomar kirina yekem perpûna Koronayê li cîhanê ragihand

Serokê Rusyayê Vlademîr Putîn di derheqê perpûna koronayê de daxuyanîyek belav kir.

A+A-

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn radigihîne, Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê yekem perpûna Koronayê li cîhanê pesend kir.

Serokê Rûsyayê bi rêya vîdeokonfransê bi endamên hikûmeta xwe re civiya û di civînê de ragihand: “Ez hatim agahdar kirin ku yekem perpûna li dijî vîrûsa Koronayê li cîhanê vê sibê hat tomarkirin.’’

Bi vê daxuyanîyê Rusya bû dewleta ewil ku perpûna koronayê tecîl kirîye.

Putîn da zanîn, dema wî hûrgiliyên zêdetir ji Wezîrê Tendirustiyê yê Rûsyayê Mîkhaîl Muraşko derbarê wê vaksînê de xwastin, wî got: ‘’Perpûn bi awayekî gelek baş kar dike. perpûnê hemû testên pêwîst derbas kirin”.

Putîn got, keçeke wî perpûna nû ya li dijî vîrûsa koronayê biriye. Germiya bedena wê 38 derece bû û piştî birina wê perpûnê, germa wê daket 37 dereceyan.

Putîn dîyar kir bikaranîna perpûnê bila teqez ji dil be.

Tomarkirina vê perpûnê li dijî vîrûsa Koronayê di demekê de ye ku, li seranserî cîhanê zêdetir ji 20 milyon kes bi vîrûsê ketiye û zêdetir ji 739 hezar kesî jî canê xwe jidest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin