PSK û PAK: Siheta me bi qasî ku em tenê ji însîyatîfa dewletê tenê ra nehêlin muhîm e

PSK û PAK: Siheta me bi qasî ku em tenê ji însîyatîfa dewletê tenê ra nehêlin muhîm e

PSK(Partiya Sosyalîst a Kurdistan) û PAK(Partiya Azadiya Kurdistanê) jiber vîrusa coronayê daxûyanîyek belav kir.

A+A-

 

“Vîrusa Coronayê wek şewbekê(epîdemiyekê)bûye sebebê jidestçûna bi hezaran kes û her ku diçe zêdetirdibe.
 

Ji bo rê li ber vê vîrusêwere girtin hewcedariya hevkariya netewî û navnetewî her ku diçe bêtir xwe nîşan dide.
 

Tedbîrên ku ewê li hemberî Vîrusa Coronayê werin girtin, tiştên ku ewê werin kirin rojeva girîng û esasî ya dinyayê, Tirkiyê û Kurdistanê ye..
 

Hemû dezgehênmedyayê li ser tedbîrîn ewê li hemberî vê epîdemiyê werin girtin radiwestin.
 

Epîdemî li Tirkiyê û li Kurdistanê her ku diçe belav dibe û jimara kesên bûne qurbanê vê vîrusê roj bi roj zêde dibin.
 

Derengmayîna bicîh anîna tedbîrên ku hukûmeta AKPê plan kiribûn û bi taybetî jî sistîyatedbîrên di derbarê nimêjên îniyê û yên ji bo umreyê bûn sebebê vê rewşê; para sistgirtina biryaran di vî warî da pir e.
 

Ji bo pêrgî li epîdemiyê were girtin şefafî, agahdarkirina xelkê û testkirin gelekî muhîm e, tesîreke wê ya girîng heye.
 

Hukûmeta AKPê girîngiyê nade şefafiyê, qîma xwe tenê bi beyan kirinajimara nexweş û miriyan tîne.
 

Yek ji sebebên belavbûna epîdemiyê li Tirkiyêjî, ew e ku, him test têra xwe nehatin kirin û him jî di wextê da nebûn.
 

Pakêta tedbîrên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar bû ku dê nikaribe rê li ber epîdemiyê bigire.
 

Pakêt, ji parastina kedkaran, hejaran, bêkaran zêdetir, sermiyandaran diparêze, hedef ew e ku sermiyandar ji vê badîreyê bi zirareke kêm derbas bibin.
 

Ji ber ku epîdemî bûye rojeva sereke û bala xelkê jî her li ser vê mijarê ye, hukûmeta AKPyê dixwaze ji vê yekê feydê bigire û îdareya takekesîû dîktatoriyê xurtir bike.
Tayînkirina qeyûman ya li ser şarederiyên HDPê û eşkerekirina biryarên aborî vê yekê nîşan dide.

 

Di demeke ku him li hundur, him jî di seheya navnetewî da alîkarî, hevkarî,yekîtî derketiye pêş de, di rojeke wihada,hukûmetaAKPyê îmzeyê davêje binê îcraatên cotstandardiyê.
 

Hukûmetê ji bo têkoşîna li himberî coronavîrusê pakêteke di derbarê reformên yasayî amade kirîye. Li gorî vê pakêtê dê hinek girtî ji hevsê bêne berdan. Lê mixabin, bi taybetî girtîyên Kurd û yên sîyasî dê tu feydeyê ji vê pakêtê wernegirin.

Ev bi maneyeke temamî cotstandardî ye, sûcekî li dijî însaniyetê ye.
 

Sihata me bi qasî ku em ji însîyatîfa dewletê tenê ra nehêlin muhîm e.
 

Daxwaza Partiya Azadiya Kurdistanê-PAKê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSKê ji gelê me ew ku heta ne mecbûrî be kes dernekeve derê, ji qelebalixiyê dûr bisekine û guh bide gotin û pêşniyarên paqijiyê yên dezgeh û pisporên tenduristîyê.
 

Em wek PAKê û PSK bangî wan kesên ku dikarin derkevin derve dikin, da ku alîkarîya wan kesên ku nikarin derkevin devre bikin.

PAK û PSK bang li hukûmeta AKPyê dike, dibê ji bo parastina kedkaran, xizanan tedbîrên pêwîst bigre, piştgirîyê bide kesên,ku ji ber Vîrusa Koronayê mexdûr bûne, di vî warî da pakêtên alîkariyê yên taybet amadebike û dipraktîkê de bicîh bîne.
 

Divê hukûmeta AKPyê di girtîgehan da li hemberî tehlûkeya belavbûna coronavîrusê tavilê tedbîrên pêwîst bigre.
 

Divê hukûmet îmkanên heyî berî her tiştî ji bo kirîna maske, lepik û hewcedarîyên din yên pêwîst, ji bo aletên testê û cîhazên dîn peyda kirinê bi kar bîne.
 

Divê dev ji cotstandadiyê were berdan, bêyî tu ferq û cudahiyê bixe navbera girtîyan, divê girtiyên siyasî hemû di lîsteya kesên ku dê werin berdan da cîh bigirin.

PAK û PSK di vî warê da bang li baroyên abûqatan û li hemû hêzên sivîl û demokratîk dike, da kubêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin.”
 

24ê Adarê 2020
 

PSK(Partiya Sosyalîst a Kurdistan)

PAK(Partiya Azadiya Kurdistanê)
 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin