PSK û PAK: Di derbarê îdîayên ne rast yên nivîskarê Rojnameya Mîllîyetê de ji raya giştî re agahdarî

PSK û PAK: Di derbarê îdîayên ne rast yên nivîskarê Rojnameya Mîllîyetê de ji raya giştî re agahdarî

Serokê Giştî yê PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) Hidir Tek û Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik di derbarê îdîayên ne rast yên nivîskarê Rojnameya Mîllîyetê de ji raya giştî re agahdarîyek belav kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Giştî yê PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) Hidir Tek û Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik:

“Roja 13.04.2020an de, di 16emin rûpela Rojnameya Mîllîyet ê ya ku li Tirkîyeyê weşana xwe dike de, bi navê Hakki Ocal nivîseke bi sernivîsa ‘Partîyên li Iraqê li alîyê kê ne?’ hate belav kirin. Di vê nivîsê de îthamên neheq li partîyên me, PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) û   PAK ( Partîya Azadîya Kurdistanê), têne kirin.

Di wê nivîsarê de, gelek şîrove û malûmatên xelet û  bêbingeh yên ku li dijî hiqûqê û li dijî prensîbên esasî yên rojnamegerîyê hene. Me li ser navê herdu partîyên me, tekzîbek, nameyeke serast kirinê,  ji nivîskarê navbihurî û ji Rêvebirê  Giştî yê Rojnameya Millîyetê re şand. Lê mixabin Rojnameya Millîyetê ew nameya me ya tekzîbê belav nekir. Bi vê helwesta xwe ve, Rojnameya Millîyetê rê li ber wî mafê me yê qanûnî yê tekzîbê binpê kirîye; him jî helwesteke ku li dijî, ehlaqe rojnamegerîyê, li dijî maf û hiqûq û edaletê nîşan daye.

Berîya her tiştî divê bê zanîn ku, PAK ( Partîya Azadîya Kurdistanê) û PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) li gorî  Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê û li gorî Qanûna Damezrandina Partîyên Sîyasî bi awayekî qanûnî hatine damezrandin. PAK û PSK partîyên yasayî ne û bîr û rêbaz û şêwe û amûrên demokratîk û sîyasî xebatên xwe dimeşînin. Heger nivîskarê wê nivîsarê hinekî zehmet bida xwe û  biketiba malpera Yargitayê (Serozgerîya Bilind ya Dewleta Tirkîyeyê) dê bi hêsanî bidîtiba ku herdu partî jî li Tirkîyeyê partîyên yasayî ne. Lê dîyar e ku nivîskarê navbihurî naxwaze rastîyan bibîne. Weha dîyar e  tiştê ku ew  ji rojnamegerîyê fêhm dike, belav kirina  wan fikir û gotinên ku li ser şowenî û dijminatîyê hatînê hûnandine.

Partîyên me, di bin temînata wan  xalên di derbarê mafê xebata bi rêxistin bûyînê yên di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û di  Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê de ne. Li himberî belavnekirina tekzîba me,  emê mafê xwe yê doz vekirina di mehkemeyê de bikarbînin. Herweha li himberî vê helwesta neheq ya Rojnameya Mîllîyetê, emê mafên xwe yên ku di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û di hemû qanûnên peywendîdar de hatine terîf kirin û mafên xwe yên ku di wan peymanên navnetewî yên ku Dewleta Tirkîyeyê îmze kirine bikarbinin.

Nivîskarê Rojnameya Mîllîyetê, di wê nivîsara xwe de Referandûma Serxwebûnê ya ku di li Başûrê Kurdistanê di 25ê îlona 2017an de li dar ketibû, weke gaveke ne di rê de pênase dike û agahdarîyên ji rastîyê dûr dide, gelek tiştan berovajî dike. 

Nivîskar PAK û PSKyê wek 2 partîyên ku ji Başûrê Kurdistanê ne nîşan dide û dibêje herdu partîyan li Hewlêrê bi alayên Emerîka û Îsraîlê xwepêşandan li dar xistine. Lê ev îdîa û îthamên ne rast in û bê bingeh in. Hemû raya giştî baş agahdar in ku,  me wek PSK û PAKê li gel hinek partî û kesayetên Kurdistanî, li ber çavê çapemenî û ragehandinê, jibo piştgirîya referandûma serxwebûnê li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê, gelek civîn û çalakî û konferans lidar xistine.

PAK û PSK ne ‘Partîyên Iraqê‘’ ne; lê du partîyên ji Bakurê Kurdistanê ne û li gorî yasayên Dewleta Tirkîyeyê hatine damezrandin. Partîyên me PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) û PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan), li gel wê ne ku pirsa Kurd û Kurdistanê û hemû pirsgirêkên heyî bi rê û rêbazên demokratîk, sîyasî  bêne çareser kirin û bi hişmendî û şêweyê xebatên xwe dimeşînin. Partîyên me  di daxuyanî û gotarên xwe de her bal kişandine ser wê yekê ku, pirs û pirsgirêkên me bi şerî û bi tûnd û tûjîyê çareser nabin.

Wek tê zanîn berîya çend rojan, li navçeya Pasûr a (Qulp) Amedê di encama êrîşeke bombeyî de 5 Kurdên sivîl hatibûn kuştin. Me minasebeta vê êrîşê, PSK û PAKê di daxuyanîyeke hevbeş de  bang li PKKyê û li Dewleta Tirkîyeyê kiribûn da ku dawî li şer û çalakîyên çekdarî û tûnd û tûjîyê bînin û bi dîyalogê û bi rêyên aştîyane pirsgirêkan çareser bikin.

Lê balkêş e, li gel ku naveroka daxuyanîya herdu partîyan gelekî zelal e jî, nivîskarê Rojnameya Mîllîyetê yê navbihurî, meseleyê berovajî dike û PAK û PSKyê bi hevalbendî û piştgirîya PKKyê tawanbar dike, dibêje peywendîyên van herdu partîyan bi PKKyê re heye û di bin kontrola PKKyê de ne, beşek in ji PKKyê.

Nivîkarê navbihurî,  bêyî ku tu belgeyan nîşan bide, van îdîa û îthamên ku  xeyalî û ji rastîyê dûr in, belav dike. Ev gotin û îthamên vî nivîskarî, di eslê xwe de, encama sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ku her şer û tûnd û tûjîyê  bikar tîne ye. Li gorî Dewleta Tirkîyeyê ’’hemû Kurd PKKyî ne, PKK jî rêxistineke terorî ye’’.

Îro Rojnameya Mîllîyetê û hemû ragehandina hevalbendên Hikûmeta AK Partîyê  ne, herkesekî ku behsa mafên meşrû yên  netewî û demokratîk yên miletê Kurd dike, bi ‘’terorîstîyê’’, ‘’bi alîkarî kirina terorê’’ sûcdar dikin. Bi vê helwestê jî, ehlaq û wazîfe û prensîbên rojnamegerîyê binpê dikin û herkesekî ku behsa mafê Kurdan dike, ji êrîşên alîyên şowen û nîjadperest re dikin armanc.

Belê , nivîskarê navbihurî û Rojnameya Mîllîyetê, berê hêzên nîjadperest û şowen dide partîyên me . PAK û PSK gelek caran tûşî êrîşên cûr be cûr yên van hêzên nîjadperest û şowen bûne. Em balê dikişînîn ser wê yekê ku, her êrîşeke ku li PSK û PAKê bê kirin, berpirsayarî û mesûlîyeta wê di sitûyê Rojnameya Mîllîyetê û nivîskarê wê yê navbihûrî de ye.

PAK û PSK bi rê û rêbazên meşrû, sîyasî û demokratîk jibo azadîya gelê me, jibo demokrasî wekhevî û edaletê têkoşînê didin. Lê nivîskarê navbuhirî, rastîyan vedişêre,  berovajî dike û  bêyî ku belge û dokumentan nîşan bide, bi îtham û  tawanbarîyên bê bingeh, PSK û PAKê di raya giştî de dike armanca êrîşan. 

Ew îthamên ku nivîskarê navbihurî belav kirine, ne rast in, bêbingeh in, li dijî prensîbên bingehîn yên hiqûqa wekhevîyê û peymanên nevnetewî ne.

Em dixwazin bi daxuyanîyê raya giştî di vê derbarê de agahdar bikin, rastîya meseleyan raxin ber çavan.”

22.04.2020

Serokê Giştî yê PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) Hidir Tek

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum