Projeyeke nû bo Kurdî hat ragihandin: Dengê Pirtûkan

Projeyeke nû bo Kurdî hat ragihandin: Dengê Pirtûkan

.

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê dersên bijartî bi hemû germahiya xwe di rojevê de ye. Hinek dê û bav pirsa "Gelo dê zimanê Kurdî çi fêdeyê bide zarokên me?" dikin û bi awayeke sist nêzî dersên bijartî dibin. Lê hinek keç û xortên Kurd ku kurdiya wan baş e, niha kompaniyeke bi navê “Dengê Pirtûkan” ava kirine û pirtûkên Kurdî bi deng dikin û di platformên dijîtal de belav dikin.

Ew debara xwe bi zimanê Kurdî dikin. Serkêşên projeya Dengên Pirtûkan dibêjin, hûn ji Kurdî hez bikin zimanê Kurdî dê riya debara we veke.

Serkêşa vê sepana Kurdî Zeynep Atli û 2 hevalên wê ne. Cara yekemîn e ku li Bakur pirtûk têne bidengkirin û di platformên dijîtal de têne belavkirin. Ew 3 sal in bi rêk û pêk vê xebatê dimeşînin. Ger Zeynep Atli bihata damezrandin niha dê li dersên bijartî mamostetiya Kurdî bikira.

Zeynep Atli, Xwediya projeya Dengê Pirtûkan ji Rûdawê re behsa projeya xwe kir û ragihand: “Karê me karê bidengkirin û e pirtûk in. Yanî dijîtalîzekirina berhemên Kurdî ye. Ez bi xwe mamosteya Kurdî me. Dema min master dikir, min li cîhanê nihêrt, li gelek cihan sepan û karên dijîtal dihatin kirin. Hem ji aliyê guhdarkirin û xwendinê ve diviya li ser Kurdî kar bihata kirin. Min jî weke mamosteyeke Kurdî ev rê ji xwe re hilbijart. Bi vî awayî min xwest em berhemên Kurdî dîjîtalîze bikin û tixûbên navbera miletê kurd jî rakin.”

Bi xêra bidengkirina pirtûkên Kurdî 20 kes deng didin pirtûkan. Ew kesên ku deng didin pirtûkên Kurdî beşek ji debara xwe ya jiyanê bi vî karî dikin.

Fatma Şahîn, Zareveker jî dibêje: “Çiqas berfirehtir be dê ewqas bi xwe re kesên ku dixwazin dengên xwe bidin re jî bibe deriyekî. Deriyê debarê. Niha esra ku em tê de dijîn esreke dijîtal e û divê mirov vê ji xwe re bi kar bîne.”

Heta niha bi dehan pirtûkên Kurdî yên roman, çîrok, lêkolîn û hînkerên kurd di nava sepana Dengên Pirtûkan de cihê xwe girtine.

Bi qasî 500 endamên wan çêbûne, beşek jê mehane û beşek jê jî salane pereyê endamtiyê didin.

Xwediya projeya Dengê Pirtûkan, Zeynep Atli projeyê zêdetir dide naskirin û dibêje: “Malbatek eger bixwaze bi zarokên xwe çîrokan bide guhdarîkirin dikare ji wir veke. Ên temen dirêj hene, yên nûciwan hene. Dikare hemû girseya kurdan di nava xwe de bihewîne. Yên ku xwendina wan a Kurdî û nivîsandina wan heye dikarin tê de pirtûkan weke e pirtûk û PDF jî bibînin. Yên ku wextê wan tunebe, ji cihekî diçin cihekî, di rêwîtiyekî de bin û nikaribin bixwînin wê demê jî dikarin guhdar bikin. Hem ji bo xwendinê û hem jî guhdarkirinê berhem tê de cih digrin. Gelek pêdivî jî çêbû. Rêjeyeke gelek baş bi dest xist. Yên Ewropayê, Bakur û Başûr gelek kes berê xwe didinê, diecibînin. Eleqeyeke gelek baş heye.”

Di nava Dengê Pirtûkan de piraniya berhemên ku hatine bidengkirin bi şêwezarê kurmancî ne. Beşeke biçûk jî bi şêwezarê zazakî ye. Ew niha dixwazin berhemên bi soranî jî li vê sepanê zêde bikin.

Nûçe: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin