Polîsê ku Efe pelçiqand parastina ‘kamera xerabe bû’ kir

Polîsê ku Efe pelçiqand parastina ‘kamera xerabe bû’ kir

Polîsê ku bi maşîneya zirxî Efe Tektekîn ê 5 salî perçiqand îdia kir ku kameraya maşîneyê xerabe bûye. Bavê Efe, Ahmet Tektekîn jî got: “Min li dîmenên pelçiqandinê yên kêliya qezaya polîsan didin nîşandan dît, ez ji ser hişê xwe çûm.” 

A+A-

 

Li ser cadeya Emekê ya navçeya Rezana Amedê di 11’ê îlona 2019’an de polîsan maşîneya zirxî li Efe Tektekîn ê 5 salî qelibandin û ew pelçiqandin. Têkildarî bûyerê de derbarê polîsê bi navê Î.A de ji sûcê “bi qestî bûye sedema mirinê” doz hat vekirin. Danişîna sêyemîn a dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin. Polîsê bersûc û parêzerê xwe di bin parastina polîsan anîn edliyê. Bavê Efeyê biçûk Nazîme û Ahmet Tektek3in û parêzerê wan Sedat Çinar di danişînê de amade bûn. 

‘MIN LI DÎMENÊN KÊLIYA QEZAYÊ TEMAŞE KIRIN’ 

Ahmet Tektekîn diyar kir ku ew piştî bûyerê demildest çûye bhê bûyerê û got: “Polîsan min li wesayîta qeza kiribû siwar kirin. Min dît ku polîs li dîmenên kêliya qezayê temaşe dikin û ez wê kêliyê ji ser hişê xwe çûm. Pişt re min bi maşîneya zirxî birin nexweşxaneyê. Ez dixwazim bersûc were cezakirin.” Dayika Tektekîn jî got ew dixwaze bersûcê kurê wê were cezakirin. 

‘KAMERA XERABE BÛ’ 

Polîs Î.A. yê ku bi maşîneya zirxî li Efe Tektekîn ê 5 salî qeliband û wî perçiqand îdia kir ku kameraya maşîneyê xerabe bûye û dîmen nehatine girtin. 

Li ser vê parastina bersûc malbatê bertek nîşan da. 

Parêzerê malbata Tektekîn Sedat Çinar diyar kir ku delîlên bûyerê hem hatin reşkirin û hem jî nehatin berhevkirin û ew dixwazin delîlan bixin dosyeyekê û li şahidan were guhdarîkirin. 

Şandeya dadgehê biryara berhevkirina delîlan ku di dosyekê de werin komkirin da û danişînê taloqî 12’ê çile kir. 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin