Polîsan li Stenbolê bi gaza rondikrêj û guleyên plasîk êrîşî jinan kirin

Polîsan li Stenbolê bi gaza rondikrêj û guleyên plasîk êrîşî jinan kirin

.

A+A-

Jin li ser banga Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê, li Qada Tunelê ya Stenbolê, li dijî tundkariya mêran kom bûn. Bi sedan jin û lûbûnya, di nava dorpêça polîsan de tundkariya mêran protesto kirin. Polîsan li ber Konsolxaneya Swêdê barîkat danîn. Polîsan bi gaz û guleyên plastîk êrîşî jinan kirine.

Jin, ji bo 25ê Çiriya Paşiyê, Roja Navnetewî ya Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundkariya li Jinan, weke her sal îsal jî derketin kolanan.  

Jin û lûbûnya, li ser banga Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiê, li Qada Tunelê ya Stenbolê kom bûn.

Li derdora Qada Tunelê gelek polîs bicih bûn. Her weha polîsan gelek rêyên bi ser Kolana Îstîklalê ve diçin jî, girtin.

Digel ku gelek polîsan der û dor dorpêç kirin, jin li qadê kom bûn. Jinan li vir pankarteke mor vekirin. Li ser pankartê "Li dijî tundkariya dewleta mêran serhildana me bidawî nebû, mezin dibe" nivîsîbû. 

Di destê jinan de kaxiz hene ku li ser wan "Denîz Poyraz nemir e", "Jin jiyan azadî", "Hikûmet îstîfa bike", "Bêdeng nebe biqîre, hevzayend hene" û hin nivîsên din hatine nivîsandin.

Jinan vir xwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin. Lê polîsan li ber avahiya Konsolxaneya Swêdê barîkat danîn ber jinan. Polîsan ji jinan re got ku ew ê bikaribin heta avahiya Odakûleyê bimeşin. Komîteya çalakiyê ji bo barîkatan rakin, bi polîsan re diaxivin. 

Jin li ber barîkatan sekinîne û bi slogana "Barîkat ne li ber jinan, li ber kujeran" berz kirin û li bendê man ku polîs barîkatan rakin. 

Bi gaz û guleyên plastîk êrîş kirin

Piştî demekê jinan xwest ku bimeşin. Lê polîsan bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk êrîşî jinan kirin. Digel midaxeleya polîsan jin ji cihê xwe neçûn. 

Jinan di bin êrîş û di nav dorpêça polîsan de metna nivîskî xwendin. Di daxuyaniyê de gotin ku “25ê Çiriya Paşiyê nikarin asteng bikin, nikarin qedexe bikin.”

Polîsan careke din êrîş kirin

Piştî ku daxuyanî hate dayîn, jin ji bo barîkat rabin, slogan berz kirin. Polîsan careke din êrîşî jinan kirin û gazên rondikrêj avêtin ser wan.

 

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin