Polîsan li Stenbol û Îzmîrê êrîşî xwendekarên “Bêwargeh” kirine

Polîsan li Stenbol û Îzmîrê êrîşî xwendekarên “Bêwargeh” kirine

.

A+A-

Polîsan li Stenbol û Îzmîrê êrîşî çalakiya nobetê ya xwendekaran kiriye ku bihayên zêde ên wargehan protesto dikirin. Nêzîkî 80 xwendekar desteser kirine.

Polîsan li Stenbol û Îzmîrê êrîşî çalakiya nobetê ya xwendekaran kiriye ku bihayên zêde ên wargehan protesto dikirin.

Hesabê bi navê “Yurtsuzlar” (Bêwargeh) li ser medyaya civakî diyar kiriye ku polîsan li Parka Modayê ya Kadikoyê êrîşî nobeta ciwanan kiriye. Ciwan 8 roj in heta sibê li wir dimînin. Polîsan derb li 50 kesan xistine û ew desteser kirine.

 

Li Îzmîrê jî nêzîkî 30 xwendekar hatine desteserkirin

Li Îzmîrê jî polîsan midaxele li nobeta “bêwargehan” kiriye. Polîsan nêzîkî 30 kes bi darê zorê desteser kirine û di nava mînîbusê de tundkarî li wan kirine.

Li nexweşxaneyê destê wan li paş wan qeyd kirine

 

Li Îzmîrê polîsan li ber deriyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkî ya Zanîngeha Katîp Çelebiyî wî xwendekarên desteserkirî derb kirine ku ji bo kontrola tenduristiyê ew birine wir.

Xwendekarên di nava mînîbusê de, ev vîdeo bi navê “di dema desteserkirinê de îşkence heye” li ser hesabên medyaya civakî weşandine. Di vîdeoyê te têdîtin ku polîs xwendekar avêtine erdê û bi tundkariyê dixwazin destên wan li paş wan qeyd bikin.

Daxwazên xwandekaran çi ne?

Li ser hesabê medya civakî yên “Tevgera Cih Tune Ku Em Lê Bihewin” hatiye destnîşankirin ku ji ber zêdebûna kirêyên xaniyan nikarin xaniya bigrin, di wargehên dewletê de jî cih ji wan re nîne lewra wan weke nerazîbûn li derve kon vedan û daxwaza çareseriya pirsgirêkan kirine.

Tevgerê di 20ê Îlonê de peyamek weha belav kiriye:

“Em xwendekarên zanîngehê yên ku bêmal, bêbûrs û bêwargeh hatine hêştin e. Heke hemû derfetên me yên ji bo ku em bibe xwedî cihekî ku di nava şert û mercên mirovî de em lê bijîn ji destê me hatibe girtin, em ê van derfetan biafirînin.”

Li Tirkiyeyê îsal 815 hezar û 365 xwendekar li zanîngehan bicihbûn in. Li gel xwendekarên ku li zanîngehan perwerdeyê dibînin pêdiviya hewandinê ya bi milyonan xwendekaran heye.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin