Platforma Zimanê Kurdî Sê Salên Xwe Timam Kir…

Platforma Zimanê Kurdî Sê Salên Xwe Timam Kir…

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî 29 ê Meha Cotmehê di sala 2018 an de hatiye damezrandin. Armanca sereke ji bona xebata Platforma Zimanê Kurdî ev bû; em ji dewleta Tırkiyê dixwazin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî. Li kêleka zimanê Tırkî zimanê Kurdî bibe xwediyê statuyeke yasayî û Kurdî di hemû saziyên dewletê de were bikaranîn. Qebûlkirina zimanê Kurdî dive him di Qanûna Bingehîn de û him ji di qanûnên ku karûbarên dewletê birêve dibin de eşkere were pêsendkirin. Ji bona ku em karibin vê pêvajoyê bi hêsanî derbas bikin, Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike ku Saziya Zimanê Kurdî di parlamentoya Tırkiyê de jî bê giftugokirin û damezrandin.

Ev aliyekî pirsa zimanê Kurdi ye. Li aliyê din asta bikaranîna zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di xeterê de ye. Gelek mirovên Kurd asimîle bûne, ji ziman, dîrok, nasnama û kultura xwe bidûrketine. Di têkilîyên civakî û siyasî de zimanê Kurdî di asteke berfireh de nayê bikaranîn. Heke ev pêvajo wilo berdewam bike, wê netewa Kurd li Bakurê Kurdistana têk biçe.

Ji ber vê sedema em weke Platforma Zimanê Kurdî dixwazin ku hişmendiya zimanê Kurdî di navê gelê me de berz bibe. Em daxwaz dikin ku parti û saziyên siyasî xebatên xwe bi zimanê Kurdi bikin. Serok, şaredar, parlamenter ûhw baş bi Kurdi zanibin, bila serokên saziyên sivîl bi Kurdî zanibin, yên ku zimanê xwe nizanıbin wana peywirdar nekin. Ango Platforma Zimanê Kurdi daxwaz dike ku zanebûna zimanê Kurdi di kare siyasi û civakî de bibe pîvaneke sereke. Siyasetmedar, rewşenbir û gelê me bi tevahî divê pêşî fêrî zimanê xwe bibe. Ji ber ku ji bona millete Kurd ev yeka hane erkek netewî ye. Pirsa man û nemanê ye.

Ji bona ku em bigîhêjin armancên xwe, xebatên PZK hene ku xwe bigîhîne Yekitîya Netewan, Yekitîya Ewrupa, Unesco û saziyên ku bi pirsa ziman ve têkıldarin. Me heta nûha serdana Nûwenertiya Yekitiya Ewrupa li Tırkiyê kiriye. Me bi partiyên siyasi yên Tırkiyê re di asta serokan de hevdîtin kirine. Têkiliyên me bi medya Kurdî re û yên din re jî gelek baş in. Medya Kurdî bi me re heta nûha baş alikar bûye. PZK raporek hiqûqî li ser rewşa zimanê Kurdi peşkeşi konsulxanên biyani li Tirkiyê kiriye, pêwendiyên me bi wezaretên dervê yên dewletan re hene. PZK heta nûha seminer, panel, konferans û çalaki li ser zimanê Kurdî kirine…

Helî dawî di roja 21 Sibatê 2021 me kampanyayekî imzeyên ji bona ku zimanê Kurdi bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî destpêkiriyê. Helî hindik armanca me di vê kampanyayê de ev ê ku em mîlyoneke imza kom bikin. Lê baş têzanin ku Pandemî heta nûha bûyê astengeke mezin li himberi çalakiyên kulturî û siyasî.

Di nava xebata Platforma Zimanê Kurdî de baş zelalbûye ku partî û tevgerên Kurdan li ser daxwazên netewî dikarin bi hevdû re kar bikin. Di pirsa ziman de Kurd hevbeş in. Di pirsa mafê ziman de Kurd hevbeş in. Ji ber vê yeke Platforma Zimanê Kurdî li miqabilî hestyariyên siyasi, li himberi endamê xwe bi rêzgirtin tevger kiriye, bi hevbeşî karê xwe kiriye û bûye mînakek pêşketi ji bona hevbeşbûna netewa Kurd.

Platforma Zimanê Kurdî ji aliyê neh partî û tevgerên siyasi ve hatiyê damezrandin. Di damezrandina platformê de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û hunermend jî beşdar bibûn. Ew ji bi dilgermî piştgirtiya xebata PZK ê dikin. Partiyên ku Platforma Zimanê Kurdî damezrandin ev in; PAK, PSK, HDP, PDK Bakur, PDKT, Tevgera Azadî, KKP, DBP, PIA.

Sê saliya PZK ê li Gelê Kurd pîroz be! Zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye û taca serê Kurdan ye!

Platforma Zimanê Kurdî. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin