Piştî hilbijartinê daxuyaniya Erdogan a li ser Qamişlo û Demîrtaş

Piştî hilbijartinê daxuyaniya Erdogan a li ser Qamişlo û Demîrtaş

.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya piştî hilbijartinê diyar kir ku di bin desthilatdariya wan de Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş nikare ji girtîgehê derkeve û her wiha behsa petrola Qamişlo jî kir û got, “Qamişlo jî yek ji wan e. Bi hêzên hevpeymaniyê re hevpar birêve birin.”

Berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan li gor encamên gera duyem a hilbijartina serokomariyê wek Serokkomarê nû yê Tirkiyê hat hilbijartin. Recep Tayyîp Erdogan ji mala xwe ya li Kisikli ya Stenbolê bi diyarbûna encaman re çû Enqerê. Erdogan li Enqerê Koşka Serokomariyê bangî bi hezaran kesên ji bo pîrozkirina serkeftina wî hatibûn, kir.

Erdogan di destpêka axaftina xwe da got, “Îro ti kes têk neçû, 85 milyonî bi tevahî qezenc kir. Êdî ji bo armancên me yên neteweyî, ji bo xeyalên me yên neteweyî dem dema yekitî ye. Li gor ku hilbijartin bi dawî bûn, êdî em ê hemû dema xwe û enerjiya xwe bi temamî ji bo çêkirina berheman, kirina xizmetan veqetînin.”

Erdogan di axavtina xwe de behsa Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş jî kir û got, “Digot heger hûn dixwazin Selo ji girtîgehê derkeve, dengê xwe bidin min. Gelê min ê hêja çi got? Ji ber ku gelê min baş dizane kesê ku li Diyarbekirê bû sedema mirina 51 birayên min ên Kurd ew terorîstê Selo ye. Li Tirkiyeyê edalet, maf û hiqûq serdest e, hûn nikarin bi kêfa xwe Selo derxin ku bûye sedema mirina 51 birayên min ên Kurd. Bi taybetî di bin desthilatdariya me de tiştekî wiha ne pêkan e.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin