Piştî çar salan nûnerên UNESCOyê çûne Sûrê

Piştî çar salan nûnerên UNESCOyê çûne Sûrê

Nûnerên UNESCOyê 4 sal şûnde hatin navçeya Sûrê lêkolîn kirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydinî ji Ajansa Mezopotamyayê re dîyar kirîye ku hatina nûnerên UNESCO erênî ye, lê gavek pir derengmayî ye û wiha got: "Sûr serûbin bûn. 6 tax tev hatin rûxandin. Xwezî UNESCO dema bûyer germ bû bihata lêkolîn kiribûya." 

4 sal berê dema Navçeya Sûrê hat dorpêçkirin û polîs û eskeran li ser Sûrê bi tang û topan gule barandin, Odeya Mîmaran a Amedê, ji UNESCO xwestibû ku bên Sûrê lêkolîn bikin. Odeyê bi rêya TMMOB'ê ji UNESCO xwest ku çand û mîrateya dîrokî bê parastin û 4 sal berê serlêdan kiribû. Piştî 4 sal şûnde destûr derket ku Mîsyona Şopandina Reaktif a UNESCO li Sûrê lêkolîn bike. Heyeta UNESCO  4 sal şûnde hatin lêkolîn kirn. Di rojeva heyetê de guhertinên li Sûrê yên ku Wezareta Bajarvanî û Derdorê beyî UNESCO xistine merîyetê jî heye. Di Plana Îmarê ya bi Armanca Parastina Sûrê de planên bêyî agahîya UNESCO jî hene. Hat dîyar kirin ku planên bêyî agahîya UNESCO hatine amadekirin ji alîyê UNESCO ve nehatine qebûlkirin. Heyet dê di zîyaretê de li ser planên hatine kirin û xanîyên li gorî planê tên avakirin jî hene. 

Heyeta UNESCO piştî destûr ji Tirkîye girt 4 sal şûnde hat Amedê û dê li ser Surê lêkolîn bike. Têkildarî mijarê Serokê Odeya Mîmaran Şerefhan Aydin, anî ziman ku heyeta UNESCO ya hatîye li Surê lêkolîn bike erênî ye, lê ji ber piştî 4 sal şûnde hatîye gavek pir dereng mayî ye. "Sûr ser û bin bûn. 6 tax tev hatin rûxandin. Xwezî UNESCO dema bûyer germ bû bihata lêkolîn kiribûya. Ger ku heyet berê hatibûya, dê avahîyên bêyî zerar dîtibin hatin hilweşandin rewşa wan dîtibûya." 

Aydin anî ziman ku zîyaretê heyetê dê bibe wesîleya taxrîbata ku li Sûrê pêk hatîye, mezintir nebe û bibe sedem ku restorasyona wê bê kirin. Aydin xwest heyeta UNESCO ne tenê bi rayedarên dewletê re, bi nûnerên sazîyên sivîl û civakî re jî hevdîtin bike. 

Bianet, MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin