Piştî 30 salan Liverpool bû şampîyon

Piştî 30 salan Liverpool bû şampîyon

Di Premier Lîgê de hê 7 hefte mane lîg bi dawî bibe. Îşev maça Manchester City (MC) û Chelsea hebû. MC di rêza duyemîn de bû û piştî ku bi 2-1 têk çû bi awayê matematîkî Liverpool bû şampîyon.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di lîgê de Liverpool di dawîya 31 hefteyan de xwedî 86 pûanan e. Di rêza duyemîn de MC heye ku 63 pûanên wê hene û di rêza sêyemîn de Leicester City xwedî 55 pûanan e. Di encama vê hefteyê de Liverpool wekî şampîyon hat ragihandin. Di 31 hefteyan de, di 28 maçan de bi ser ket, 2 maçan de wek hev ma û tenê di maçek de têk çû. Liverpool yekemîn car di Premier Lîgê de dibe şampîyon.

Liverpool di sala 1892'yan de hatîye avakirin. Heta niha 6 caran bûye şampîyonê Lîgê Şampîyona, 3 caran Kûpaya UEFA'yê birine mala xwe û di Premier Lîgê de jî tam 19 caran bûye şampîyon. Heta sala 1991'ê yi Îngilistanê wekî "Lîga 1'emîn" maç dihatin lîstin û di wê lîgê de Livirqor herî dawî di sala 1989-90'î de bûbû şampîyon û ev 30 sal bûn nedibû şampîyon. 

Lîga 1'emîn a Îngilistanê di sala 1992'yan de nav guhart û bû Premier Lîg. Di bin vî navî de Liverpool yekemîn şampîyonîya xwe ragihand.

MU li pêş e

Di lîga Îngilistanê de Manchester United (MU) heta niha 20 caran bûye şampîyon û bi vî awayî di rêza yekemîn de ye. Liverpool di vî warî de bi 19 şampîyonîyan gavek din nêzî wê bû. Dûre bi 13 şampîyonîyan Arsenal tê û Evertin jî xwedî 9 şampîyonîyan e. MU di roja 14'ê avrêla 2001'ê de berî bidawîbûna lîgê bi 5 heafteyan bûbû şampîyon, lê Liverpool ev rekor derxist 7 hefteyan.

Heyfa par ji MC stand

Di serdema lîgê ya 2018-19'an de Liverpolê heta hefteya dawî jî dest ji pêşbazîya şampîyonîyê bernedabû lê di dawîyê de MC bi 98 pûanan bûbû şampîyon û Liverpool bi 97 pûanan di rêza duyemîn de mabû. 

Rola Klopp

Teknîk Dîrektor Jurgen Klopp di sala 1967'an de li Stutgarta Almanyayê hatîye dinê. Di navbera salên 2001-2008'an de tîma FSV Mainz 05 bi rê ve bir û xwe nîşan da. Heman salê bû teknîk dîrektorê Dortmundê û li wir hem li nav Almanyayê hem jî li dinyayê navdar bû. Di sala 2015'an de ji Dortmundê derbasî Liverpoolê bû.Teknîk Dîrektorê Liverpoolê J. Klopp di sala 2015'an de piştî serketina xwe ya li Borussia Dortmund hat Liverpoolê. Kloppî bandora xwe ya li ser Liverpoolê nîşan da. Di Lîga Şampîyonan, UEFA Super Kûpa jî di nav de gelek şampîyonî bi dest xist lê Şampîyonîya Premier Lîg di dilê wî de mabû û ew jî niha bi dest xist.

Ji lîstikvanên Liverpoolê îsal herî zêde Salah derket pêş. Heta hefteyan 31'ê Salahî 17 gol avêtin û piştî wî Mane bi 15 golan, Oliveira bi 8 golan tê.

 

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin