Droneke din li asmanê Hewlêrê hat şikandin

Droneke din li asmanê Hewlêrê hat şikandin

.

A+A-

Êrîşên bi dronan ên li ser paytexta Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Îro danê nîvro droneyeke din li asmanê Hewlêrê ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve hat şikandin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24’ê, îro 25’ê Tîrmeha 2026’an, saet derdora 15:20’an, dronek li asmanê Hewlêrê ji aliyê sîstema berevaniyê ya hêzên Hevpeymanan ve hat şikandin.

Ev êrîşa îro di dema de pêk tê ku duh jî pênc dronên din bi carekê ve ber bi Hewlêrê ve hatibûn avêtin. Ew pênc drone jî ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve hatibûn pûçkirin. Bi vî awayî, di nav 24 saetan de, hejmara dronên ku li asmanê Hewlêrê hatine şikandin, gihişt 6 dronan.

Li gorî zanyariyan, dronên duh hatibûn xistin, ji aliyê "komên çekdar ên li derveyî yasayê" ve û ji derdora bajarê Mûsilê ve hatibûn avêtin. Her çend ev êrîş nebûne sedema ti ziyanên canî û madî, lê metirsiya van koman li ser ewlehî û aramiya herêmê her ku diçe zêdetir dibe.

Berpirsên Herêma Kurdistanê gelek caran daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê kirine ku rêkarên tund li dijî van komên çekdar bigire, da ku êrîşên li ser Hewlêr û bajarên din bêne rawestandin. Lê belê, heta niha hewildanên Bexdayê ji bo sînordarkirina desthilata van komên "li derveyî yasayê" bêencam mane.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin