Pisporê leşkerî: ‘Divê Îsraîl gefên bersivdanê yên Îranê cidî bigire’

Pisporê leşkerî: ‘Divê Îsraîl gefên bersivdanê yên Îranê cidî bigire’

.

A+A-

Pispor û şîrovekarî leşkerî yê Îsraîlê Yoav Lemur, li ser kuştina Serokê Saziya Atomî ya Îranê Muhsîn Fexrîzade ku Îran bi kuştina wî Îsraîlê tohmetbar dike û gefên bersivdanê dixwe got, “Divê Îsraîl gefên tolhildanê yên Îranê cidî bigire.”

Lemur ji medya Îsraîlî re axiviye û gotiye, senaryoyên cuda yên bersivdana Îranê wê hebin û wiha got: “Yan dê li ser xeta sîrorê bi Sûriyê re bûyeran derxe, bi îhtimaleke kêm jî dibe ku ji Lubnanê be, yan jî wê hewl bidin kesayetên îsraîlî bikin hedef, an jî wê êrîşan li şandeyên Îsraîlê yên li seranserê cîhanê bikin.”

Lemur dide xuyakirin, “Lê tiştê teqezî ew e ku xema sereke ya Îranê rakirina cezayên aboriyê ji ser xwe ye û vegera peymana atomî ye. Ev armanceke hevbeş a Îranê û rêveberiya serokê bê yê Amerîka Jeo Biden e.”

Hêjayî gotinê ye, Îsraîlî bi awayekî fermî kuştina Fexrîzade li xwe negirtiye, lê ji aliyên welatên wekî Tirkiye û hin welatên Ewropî ve daxuyaniyên şermezarkirinê hatin belavkirin ku Îsraîl bi kuştina Fexrîzade tê tohmetbarkirin.

Herwiha rojnameya The New York Times a amerîkî bi zarê çavkaniyekî ewlehiyê yê Îsraîlê daye xuyakirin ku wî gotiye: “Divê cîhan piştî çalakiyê, spasiya Îsraîlê bike.”

Heman çavkaniyê gotiye, Mushin Fexrîzade xwediyê bernameya nukleerî ya Îranê bû û beriya çend salan ji bo bidestxistina Îranê ya bombeya atomî kar dikir ku ev jî xetereyeke mezin bû li ser cîhanê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin