Pirtûkek tijî belge li ser xebata kurdan li Rojhilatê Kurdistanê derket

Pirtûkek tijî belge li ser xebata kurdan li Rojhilatê Kurdistanê derket

.

A+A-

Siyasetmedarekî Rojhilatî lêkolînên li ser beşek ji dîroka xebata kurdan li Rojhilatê Kurdistanê wek pirtûk çap kir.

Pirtûka bi navê “Emerxanê Şikak, Ji Serhildana Simko heta Komara Kurdistanê” ji aliyê siyasetmedarê kurd Mihemed Salih Qadirî ve hat nivîsandin.

Nivîskarê pirtûkê, Mihemed Salih Qadirî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, pirtûka han berhema hewl û xebat û vekolîn û xwandineka hûr e li ser çil sal xebata bizava rewa ya netewa kurd li Rojhilatê Kurdistanê.

Qadirî her wiha got, di pirtûkê de her tişt li ser bingeha belgeyan û dîkomêntên dîrokî hatiye nivîsandin. Min xwast bi vê yekê dîroka xebata nasnamexwaziya kurd raxim ber çavan.

Mihemed Salih Qadirî her wiha got, min di pirûtkê de qet şirove nekiriye tenê min pêşhat û rûdan mîna xwe û bi belge û dîkomêntan vegotiye. Min derfet daye xwandevanên jêhatî jî ku bi xwe rêça rastî û bandora rûdanan bibînin û kifş bikin.

Pirtûka han, ku bi zimanên kurdî (soranî û kurmancî) û farsî hatiye nivîsandin, ji aliyê Weşanxaneya Avesta ve hatiye çapkirin.

Soraniya wê 640 rûpel e, kurmanciya wê 484 rûpel e û farsiya wê jî 624 rûpel e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin