Pirtûkek li ser zeytûnên Efrînê bi zimanê Almanî derket

Pirtûkek li ser zeytûnên Efrînê bi zimanê Almanî derket

.

A+A-

Rênas Sîdo çalakvan û ciwanekî Kurd ê xelkê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê yê ku ev heft sal in weke koçber li Almanyayê dijî, pirtûkek li ser jiyana zarokatiya xwe nivîsandiye û tê de behsa darên zeytûnên Efrînê dike. Pirtûka wî ya bi navê “Wo Sind Meine Olivenbaume? - Darên min ên zeytûnê li ku ne?” bi zimanê Almanî çap kiriye.

Rênas Sîdo beşdarî bernameya Diyaspora ya Rûdawê bû behsa naveroka pirtûka xwe kir û got, “Pirtûk behsa bextreşiya jiyana min li Rojavayê Kurdistanê dike û piştre ji ber şerê koça me ya Tirkiyê, ji wir jî ber bi Lîbyayê û heta ku em gihîştin Almanyayê dike.”

Rênas Sîdo di beşeke axavtina xwe de got ku ew çiqasî behsa zeytûnên Efrînê bike jî têrê nake û anî ziman, “Min di pirtûka xwe de bi berfirehî behsa wan kiriye û min hewl daye ku hemû mafên wan bidim lê darên zeytûnên bajarê min ji pirtûkek yan çend pirtûkan gelekî mezintir in.”

Rênas Sîdo diyar kir ku xwendevan dikarin pirtûka wî bi rêya Amazonê an jî ji Pirtûkxaneyên Almanyayê bikirin û got, “Dahata pirtûkê dê ji bo zarokên Rojavayê Kurdistanê were xerckirin.”

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin