Pirtûka "Edebîyata Devkî û Şer” Şerefxan Cizîriyî wê bibe mêvanê Wêjegeh Kîtapê

Pirtûka "Edebîyata Devkî û Şer” Şerefxan Cizîriyî wê bibe mêvanê Wêjegeh Kîtapê

.

A+A-

Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh Amedê diyar bûye. Di “Roja Nivîskar” de, bi pirtûka "Edebîyata Devkî û Şer” Şerefxan Cizîriyî wê bibe mêvanê Wêjegeh Kîtapê. Ev bername 12ê Adarê wê bi beşdariya Zeynep Yaşê pêk were.

Şerefxan Cizîrî, di pirtûka xwe ya bi navê "Edebîyata Devkî û Şer" de, her wekî di edebîyata gelek zimanan de jî wisa ye, di edebîyata devkî ya Kurdî de li ser mijara şer disekine.

Pirtûk li ser vê mijarê hin mînakan ji edebîyata devkî dide û ranêzikîyeke teorîk li wan dike û di ser van mînakan re jî, li ser rûxîna civakî û psîkolojîk ya ku ji ber şer çêdibin, nirxandinan dike.

Ji bo vê gotûbêja girîng ku ew ê bi moderatorîya Zeynep Yaş çêbibe, em vê şemîyê, piştî nîvro saet di 3'yan de, li Wêjegeh Kitapê, ya li Ofis/Yenişehirê, li benda we ne.

s-007.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin