Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî!

A+A-

 

Wê Hewlêr bibe qurbana Bexda, an na?

İraq, wek dewletek yasayî û xwedî sîstemek federalî nehat avakirin. Ji dêlva dewletek xwedî sîstemek federalî, sazîyek li ser sîstemek partîzanî û mezhebî hat avakirin. Her partî û mezheb bûn xwedîhêz - çek û bandora xwe meşandin. Nehiştin ku „Peymana Stratejî ya yasayî û federalî“ bêt damezirandin. Emerîka her çiqa hewl da xwe ku vê sîstema federalî li ser esasên „İraqek yekgirtî“ damezirîne jî, Îran bi hêza bandorek mezhebî pêşî lêgirt. Emerîka li İraq têk çû. Emerîka destê xwe ji İraqê şûştî ye. Hêz û binkeyên xwe yên leşkerî tîne û li herêma Kurdistanê bicîh dike. Têkilîyên heyî jî ji neçarî li gel İraq dimeşin û Emerîka her tawîzkar e di van têkilîyan de. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê jî ne dewlete, ew jî di nav vê bêîstîkrarîyê de ye.

Kurd wê bikaribin sûd ji vê derfetê bigirin an na?

Ev bi rewşa kurdan ve girêdayî ye. Li ser avakirina sîstema partîzanî û mezhebî li İraq çi derketibin ber me, li Başûrê Kurdistanê jî ev bi destê Îran bi rêya beşek ji kurdan hat meşandin. Ji 2004 û heta niha, ev 16 sale sîstemek navendî ku hêza xwe ji qanûn û yasayan bigire, li Herêma Kurdistanê derneket holê. Her wek du serî, Hevlêr û Silêmanî li ser esasên du navendan, dijberî hev hatin bikaranîn û pêşî li sîstemek navendî, ku hêza xwe ji qanûn û yasayan bigire girtin. Ji piralî de pêşî li Hevlêr hat girtin û îmkanên di destê kurdan de li henber avakirina herêmek navendî û xwedî bihêz hat bikaranîn.

Ji hêlekê de PKK hin li Rojavayê Kurdistanê û hin li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi her derfeta ku didest de, bi YNK û beşek ji hêzên têkildar re, milmilane dijminatîya Hevlêr kirin. Di êrîş û propagandayên medyayî de ev dijminatî, di bingehek stratejîk de her meşîya û girseyek mezin ji kurdan bûn dijminê Herêma Kurdistanê. Vê rewşê jî her derfet da Tirkîye, Îran û İraq, ku li henber Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev dorpêç her hebe, ku pêşî li kurdperweran bêt girtin û derfetê nebînin gavên hîn mezintir bikaribin bavêjin.

Ji dema referandûmê û heta niha, ev dorpêç, hin ji alîyê Tirkîyê ve, hin ji alîyê Îranê ve û hin ji alîyê İraqê ve bi hemahengîya beşek ji kurdan li ser Herêma Kurdistanê dimeşe.

PKK û YNK di medya xwe ya civakî de, bi derew û dezînformasyonan tên ser Herêma Kurdistanê. Îran û Tirkîyê bi artêş û çekan serwerîya Herêma Kurdistanê tehdît dikin. İraq bi birçîbûnê miletê Kurd û Kurdistanê tehdît dike. YNK, derfeta ku bi qutkirina mûçe û butçeya Kurdistanê derdikeve holê, li henber hikûmeta Kurdistanê bikar tîne û bi hesabên partîzanî, li ser esasên berjewendîyên hizbî, malbatî doza destkevtinan dike. Ev jî serwerîya Başûrê Kurdistanê tehdît dike.

Di van dan û stendinên dawî yên İraq û Emerîka de, İraq daxwaz ji emerîka kir ku; „bi peyvek jî behsa Kurd û Pêşmerge“(!) neyê kirin. Emerîka jî ev daxwaza İraq anî cîh û di „beyannameya hevpar“ ya Emerîka û İraq de behsa Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge nehat kirin. Ev têt wê wateyê ku, İraq ji van alozîyên nav kurdan û dorpêça ser Herêma Kurdistanê hêzê digire û sîyaseta dij kurdan dadixîne qadê. Ev helwesta İraq dide nîşan ku, İraq wê ji her alozîya nav kurdan hêzê bigire û sîyaseta nîjadperest bicîh bike. Ev jî tê wê wateyê ku, ew „Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî!“ yekalî li henber kurdan têt bikaranîn.

Pirsgirêkên di navbera Hevlêr û İraq de, yekalî ji helwesta İraq a dij Peymana stratejîk a di navbera İrak û Herêma Kurdistanê de ye. İraq ji 2010 û virde destûr û yasayên hevpar her redkirîye û bi alozên nav kurdan derfetên ku derdikevin holê û van derfetan li henber Kurdistanê bikar anîye.

Roj bi roj İraq li çavê Emerîka bêsûdtir dibe. Lê ji ber sîyaseta nav mala Kurd a têr aloz, Kurd vê derfetê di warek erênî de ji bona berjewendîyên xwe nikarin bikar bînin. Ti nîyeta İraq ku vê peymana stratejîk

a di navbera Kurd û ereban de bimeşîne tineye, ji ber ku ev alozîyên nav mala Kurd, destê kurdan her zeîf dike û kurdan dixe bawermendîyek „ku bê İraq nabe“(!)

Lê rastî ewe ku; Kurdan bi dehan salane ev rê ceribandine û ne bi desthilatdarîya Sûneyan re û ne jî bi desthilatdarnîya cûre cûre Şieyan re ev nehatîye pêkanîn. İraqek xurt, her hatîye wateya Kurdistanek zeîf û bê derfet.

Lê kurdan jî her „İraqek xurt“ dane ber xwe!

Ev stratejî, divê vegere stratejîya İraqek zeîf, ku Kurdistanek xurt û bi hêz bike armanc.

Di nav kurdan de destek heye, her dixwaze kurdan bi İraqê ve girêdayî û zeîf bihêle. Ev pêşîya derfetên ku, ji têkilîyên İraq û Emerîka derdikevin ber kurdan jî digire.

Li Emerîka sîyaset dualî dimeşe û Kurd wexta stratejîk tevbigerin, dikarin bi dostên xwe yên Emerîka re pir tiştan serkevtî bimeşînin û bigîhêjin armanca xwe.

Sîyaseta Kurd, divê xwe ji „çareserkirina qeyranên butçe, mûçe û madeya 140“ ya bi İraq re derxîne astek bilind. Ji ber ku ev 10 sale bi van metodan ev pirsgirêk nehatine çareserkirin û ti nîyeta ereban jî tine ku vê çareser bikin.

Pirsgirêkên navbera İraq û Kurdistanê sîyasî ne. Ez bawerim ji bona çareserîyek bingehîn, Emerîka amadeye bi Kurdistan re peymaneke demdirêj ji bo hevkariya serbazî - aborî û sîyasî ya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka de bimeşîne. Lê alozîyên nav kurdan pêşî li vê digire. Divê Kurd serê xwe ji pirsgirêkên navxweyî rakin û mezin bifikirin. Alozîyê navxweyî çareser bikin û rê ji pêşeroja xwe re vekin.

23.07.2020

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin