Peyama Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê

Peyama Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê peyamek belav kir û cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê pîroz kir.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê peyamek belav kir û cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê pîroz kir.

Serok Barzanî jî bi helkefta cejna Qurbanê peyamek belav kir. Naveroka peyama wî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan,

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê, pîrozbahî li xelkê Kurdistanê, Iraq û hemû misilmanên cîhanê dikim. Pîrozbahî li malbatên serbilind yên şehîdan dikim ku bi xwîna ezîzên wan azadî û kerameta welatê me parastî ye. Pîrozbahî li hemû pêşmergeyên qehreman dikim û destxoşiyê jî li hêzên asayiş û polîs dikim ku bêyî westandin, erka parastina aramî û asayişa welatiyan girtine stûyê xwe.

Cejna we pîroz be û hêviya şahî û bexteweriyê ji we re dixwazim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin