Pervîn Çakar li Amed û Êlihê du konsertan dide

Pervîn Çakar li Amed û Êlihê du konsertan dide

.

A+A-

Sopranya Kurd Pervîn Çakar dê li herdu parêzgehên Bakurê Kurdistanê Amed û Êlihê du konsertan bide.

Biryar e hunermenda navdar a Kurd Pervîn Çakar li Amed û Êlihê du konsertan bi hevkariya hostayê dûdikê Ertan Tekin û pîyanîst Îklim Tamkan bide û bi şêweya operayê stranên xwe yên Kurdî û zimanên din bistire.

Konsera Çakarê ya li Amedê dê 27ê Gulanê saet 20.30 li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoçî pêk were. Konserta  li Êlihê jî dê 29ê Gulanê saet 20.30 li Salona Konferansê ya Tahîr Elçiyî ya Baroya Amedê were sazkirin.

Pervîn Çakar li ser hesabê xwe yê twitterê da zanîn ku bilêtên konsera 27ê Gulanê ya Amedê hemû hatine firtotin bi vê boneyê spasiya xwe ji bo kesên eleqe nîşdan dane pêşkeş dike.

Sopranya Kurd herwiha dibêje ku ew dixwaza li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî konsertekê bide û ew yek her di nav xeyalên wê de maye û dibêje: “Eger kesek hebe ji bo konsera Geverê sistema deng û platforma dikê amade bike, ez jî bi muzîka xwe amade me û herwiha ligel xwe bi piyano û piyanîst jî bînim.”

 

 

Pervîn Çakar kî ye?

Di sala 1981ê de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 1995an de li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye. Di sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye. Di sala 2008an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye. Li heman konservatûvarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.

Hunermenda Kurd Pervin Çakar di gelek pêşbazîyên Operayê yên girîng de xelat wergirtine.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin