PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê

PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê

.

A+A-

Hewldanên ji bo civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) didomin.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê hewldanên xwe yên ji bo vê mebestê zêde kirine.

Ji ber pevguhertina 2 nameyan a di navbera PDK û YNKyê de alozî derketiye.

Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn di çarçoveya destpêşxeriya xwe ya ji bo nêzîkkirina PDK û YNKyê de, bi berpirsên PDKyê re civiya.

Behaedîn paşê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî re civiya.

Li gorî agahyan, aloziyên van demên dawî yên di navbera PDK û YNKyê de piştî pevguhertina 2 nameyan derketine holê.

Çavkaniyekî ji Ofîsa Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji Rûdawê re got, "Naveroka nameyan bi xeletî hatiye şirovekirin."

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku vê yekê li cem serkirdayetiya her du aliyan dilgiraniyeke mezin çêkiriye û rewş aloztir kiriye.

Şiroveyeke erênî ji bo nameyan

Niha hewla Selahedîn Behaedîn ew e ku şiroveyeke erênî ji bo naveroka nameyan were kirin û rewşa her du partiyan vegere qonaxa beriya nameyan.

Endamekî Ofîsa Siyasî ya YNKyê diyar kir ku Serokê Yekgirtûyê ji her du aliyan xwestiye ku ji hinek peyv û hevokên di nameyan de dûr bikevin û aliyên baş derxînin pêş.

Selahedîn Behaedîn çend pêşniyar xistine ber destê PDK û YNKyê ku rêyek ji bo hevdîtina wan were dîtin.

Her du aliyan jî soz daye ku bersiveke erênî bidin û di nava 10 rojên pêş me de qeşaya di navbera wan de bihele.

Gotegotên li ser Nifşê Nû

Li aliyê din, Berpirsê Ofîsa Rêxistina Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hîwa Ehmed Mistefa ji Rûdawê re axivî û eşkere kir:

"Piştî destpêşxeriya Serok Barzanî em serdana aliyan lê me bersiveke erênî bi dest nexist û rewş wekî xwe maye."

Hîwa Ehmed Mistefa li ser wan gotegotên ku dibêjin Tevgera Nifşê Nû dê 15 kursiyên xwe yên li Parlamentoya Kurdistanê bide YNKyê ji bo "rastkirina balansa hêzê" anî ziman:

"Nedane wan, di zindanê de ji wan standine."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin