
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye
.
Li Herêma Pîşesaziyê ya Amedê ji 373 kargehan zêdetirî 100î hinardekar in lê amarên 6 mehên destpêkê yên salê ji bo hinardekarên bajêr bûne cihê fikarê.
Lewma li gorî amarên 6 mehên destpêkê yên îsal, hinardeya bajêr a Îraq û Herêma Kurdistanê li gorî heman heyama sala 2025an ji sedî 42,3 û ya ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî ji sedî 35,7 kêm bûye.
Serokê Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Amedê Mustafa Fîdan li ser mijarê got:
"Me di 6 mehên ewil ên sala derbasbûyî de bi qasî 116 milyon dolarî hinarde kiribû lê di 6 mehên îsal de ev hejmar daketiye 86 milyon dolarî.
Wate hinardeya me ji sedî 40 daketiye. Yanî 31-32 milyon dolar hinarde kêm bûye.
Ji bo pîşesaz karibin hinarde bikin divê hilberînê bikin lê ji ber rêjeya faîza zêde ya bankan ew nikarin fînansê peyda bikin û ev yek jî hilberînê kêm dike.
Ew niha tenê hesabê man û nemanê dikin."
Qebareya bazirganiyê kêm bûye
Hinardekar Yuskel Kaya jî li kargeha xwe nêzîkî 120 cure çîkolata û gofretan hildiberîne û hinardeyî zêdetirî 10 welatan dike.
Rewşa wî mînaka vê krîzê ye û kêmbûna firotina wî jî nîşaneya bipaşveçûna giştî ya pîşesaziyê ya bajêr e.
Xwediyê Kargeha Maple Çîkolatayê Yuskel Kaya destnîşan kir:
"Di 6 mehên ewil ên sala 2025an de qebareya bazirganiya min a bi Îraq û Herêma Kurdistanê re 500 hezar dolar bû lê di 6 mehên îsal de ev hejmar daketiye 120 hezar dolarî."
"Em dixwazin deriyên sînorî vebin"
Jûra Bazirganiyê ya Amedê diyar kir ku hinardeya giştî ya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê ji sedî 24 zêde bûye lê hinardeya Amedê ya Sûriyeyê di heman heyamê de ji sedî 35,7 kêm bûye.
Jûrê wekî sedema sereke ya vê yekê destnîşan kir ku ew nikarin rasterast deriyên sînorî yên bi Sûriyeyê re bi kar bînin.
Xwediyê Şirketa Dîsa Kulpê Emre Beskîsîz anî ziman:
"Em dixwazin Deriyê Nisêbînê û Deriyê Şenyurtê (Dirbêsî) yê Qoserê vebin.
Eger ew derî vebin dê ji bo şirketên me yên Amed, Mêrdînê û herêmê gelekî baş bibe."
Hinardeya Amedê ji hedefa xwe ya îsal gelekî dûr ketiye.
Niha karsaz hêvî dikin ku bidawîbûna şerê herêmî yê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de pirsgirêk çareser bibin û aboriya herêmê careke din geş bibe.
(Rûdaw)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin