Pentagon: Hêzên me li Sûriyê dimînin

Pentagon: Hêzên me li Sûriyê dimînin

Pentagon: Hêzên me li Sûriyê dimînin

A+A-

Berdevka Pentagonê dibêje, hêzên wan “ji bo rûbirûbûna DAIŞê” dê li Rojavayê Kudistanê, navçeyên din ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û Sûriyê de berdewam bin li ser karkirina li gel hêzên xwecihî, ji wan jî HSDê.

Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Jessica McNulty ji medyaya Amerîkayê re ragihand, “Tekane armanca me li Sûriyê, jinavbirina DAIŞê ye. Amerîka bi temamî pabend e bi wî şerî û berdewam jî dibe li ser hebûna xwe li navçeya Tenef a li bakur rojhilatê Sûriyê.”

Jessica McNulty tekez jî kir ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, berdewam dibe li ser karkirina li gel hevbeşên xwecihî, ji wan jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Li gor Berdevka Pentagonê, nêzikî 900 serbazên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê, navçeyên din ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û Sûriyê hene.

Li aliyê din berdevkekî Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê ji medyaya wî welatî re ragihand, “Amerîka li Sûriyê ye tenê ji bo alîkariya operasyonên dijî DAIŞê bike ku ew jî temam nebûne.”

Ew berdevk ku navê wî nehatiye eşkerekirin, dibêje, ew pabend in bi hiştina hejmareke sînordar a hêzên xwe li Sûriyê, ew jî “wek beşek ji stratejiyeke giştgir bo têkbirina DAIŞê û El Qaidê bi rêya karkirina li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hevbeşên din ên xwecihî.”

Ev yek di demekê de ye ku Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed piştî civînên li gel berpirsên Amerîkî ragihand, Amerîka razî bûye hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin desthilata Rêveberiya Xweser û Sûriyê de bihêle, ji bo ku DAIŞê jinav bibe, jêrxana aborî ya wê navçeyê vejîne û berdewam be li ser gera li pey çareseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê ku zêdetirî 10 sal e berdewam e.

Îlham Ehmed derbarê naverok û encama civînên li gel berpirsên Amerîkayê jî roja 7ê vê mehê ji ajansa Reutersê re ragihand, Amerîkiyan “soz dan ku her tiştê pêwîst bo jinavbirina DAIŞê û avedankirina aboriya bakur rojhilatê Sûriyê bikin.”

Herwiha Serokê Amerîkayê Joe Biden, dema biryara cîbicîkar a hejmar 13894 a taybet bi wan “gefan” dirêj kir ku di encama rewşa Sûriyê bo ser “asayîşa niştimanî û siyaseta derve ya Amerîkayê” de çêdibin. Biryar, Cotmeha sala 2019an hatiye îmzekirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di nameyekê de ku divê di tomarên federalî yên Amerîkayê de bê belavkirin û radestî Kongresê bê kirin, nivîsand, “Rewşa nav Sûriyê û girêdayî Sûriyê, bi taybetî ya ku bi pêngavên Tirkiyê ve girêdayî ye wek pêkanîna operasyonên serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê, bandoreke nerênî li operasyonên taybet bi têkşikandina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê-DAIŞê dike, jiyana welatiyên sivîl dixe metirsiyê, dibin gefeke zêdetir bo ser aştî, asayîş û aramiya navçeyê; ew kar berdewam jî dibin ku gefeke neasayî ye bo asayîşa niştimanî û siyaseta derve ya Wilayetên Yekbûyî.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin