Penaberên Rojhilatê Kurdistanê li pêş baregeha NYê kom bûn

Penaberên Rojhilatê Kurdistanê li pêş baregeha NYê kom bûn

.

A+A-

Penaberên Rojhilatê Kurdistanê li pêş baregeha NYê kom bûn û li ser rewşa xwe nerazîbûna xwe derbirîn.

Hejmareke penaberên Rojhilatê Kurdistanê îro, 18/01/2021 li pêşiya baregeha Netewên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê kom bûn û bi 9 xalan daxwaziyên xwe pêşkêşî Netewên Yekbûyî kirin.

Hêsankariyên fermî yên weke moleta niştecîhbûnê û çendîn belgeyên din beşek ji wan daxwaziyan bû û herwiha penaber dixwazin Netewên Yekbûyî di dema dabeşkirina alîkariyan de wan piştguh neke.

Yek ji wan penaberan jî dibêje, ew nikarin bibêjin ku Netewên Yekbûyî ti tiştek ji wan re nekiriye, lê weke pêwîst alîkariyan pêşkêşî wan nake û heya niha jî çendîn daxwaziyên wan bicîh nekirine û piştguh dikin.

Her sal koçber û penaberên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn û kar dikin, li pêşiya Netewên Yekbûyî li Hewlêrê kom dibin û nerazîbûna xwe li ser rewşa xwe nîşan didin, lê heya niha tevahiya pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin