PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR: Em êrîşên nîjadperestî yên li ser malbatên kurdan rûreş dikin

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR: Em êrîşên nîjadperestî yên li ser malbatên kurdan rûreş dikin

.

A+A-

5 partî û tevgerên Kurd (PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR) li ser êrîşên demên dawî yên li bajarên Tirkiyê yên li dijî Kurdan daxuyaniyek belav kirin.

 Daxuyaniya hevpar ya PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR wiha ye:

Êrîşên nîjadperestî yên li ser kurdên li metropolên Tirkîyeyê berdewam in.

Di van çend rojên bihurî de li bajarên Afyon, Konya û Enqereyê, nijadperestên tirk êrîşên nemirovane birin ser  malbatên kurdan û di encamê de li Konyayê bi navê Hakim Dağ kurdek hate kuştin û li sê bajaran  gelek kes jî ji malbatên cuda cuda birîndar bûne.

Her çiqas rayedarên Dewleta Tirkiyeyê dixwazin sedemê van êrîşan berovajî bikin û wek êrîşên munferît nîşan bidin jî, pir aşkere ye ku, ew kesên van êrîşan kirine bi slogan, gotin, çêr û dijûnên nîjadperestî yên  li dijî kurdan êriş pêk anîne.

Ev êrîşên bi vî rengî berê jî rûdabûn û tu kes ji ber van êrîşan nehatibûn cezakirin. Di her êrîşê de hêzên ewlekarîyê yan çavên xwe ji êrîşkaran re girtine, bêdeng mane, yan jî rê ji erîşkaran re xweştir kirine.

Ev êrîşên nîjadperestî berhemên sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya şowen ya li dijî kurdan e.

Ji ber vê rastîyê jî hemû rayedarên Dewleta Tirkîyeyê, dezgehên ewlekarîyê, dezgehên çapemenî û ragihandinê, sîstema perwerdehîyê ji van êrîşan berpirsiyar in, tawanbar in. Herweha hemû partîyên mixalefetê,dezgehên sivîl û kesayetên navdar yên li himberî van êrîşan bê deng dimînin jî  ji van êrişan berpirsiyar in.

Divê rayedarên Dewleta Tirkîyeyê jî, hêzên nîjadperest yên dijminê miletê kurd jî baş bizanibin ku miletê kurd  heta îro serê xwe li himberî tu jenosîd, qetlîam, kuştin, zilm û zordarîyê netewandîye û dê ji îro pêve jî serê xwe li himberî dagirker û nîjadperestan netewîne. Dê tu êrîşên we nikaribin rê li ber azadî, rizgarî, serxwebûna welatê me bigire.

Em baş dizanin ku ev êrîşên ku li bajarên Tirkîyeyê li ser kurdan têne kirin, berdewamîya sîyaseta jenosîdkar a li ser miletê kurd e.

Em di wê bawerîyê de ne ku gava yekem ya li himberî van êrîşên nemirovane, hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî ye û di vê derbarê de berpirsyarîyeke dîrokî li ser milên hemû partî, rêxistin, grûp û dezgehên kurd û kurdistanîyan e. 

Em bangî parastvanên mafê mirovan û hemû hêzên azadîxwaz, demokrat, edaletparêz yên li Tirkiyeyê dikin da ku li himberî van êrîşan bê deng neminin. Êrîşên li ser gelê kurd, di eynî demê de êrîşên li ser azadî û pêşeroja we ne jî. Herweha nîjadperesti tawaneke li dijî mirovahîyê ye û rê li ber pêşketin û jîyaneke birûmet a her miletî jî digire.

Em wek 5 partî û tevgerên ku li xwarê navê wan hene, sersaxî ji malbata Hekim Dal re û şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Em van êrîşên nîjadperest û nemirovane rûreş dikin.

 

23.07.2021

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin